Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma "DAIŞê Ez Bi Tenê Hiştim" a ku berhemeke Tora Medyayî ya Rûdawê ye, di kêmtirî salekê de xelata xwe ya sêyem a navneteweyî jî stand.
Ev fîlm di Xelatên Fîlman ên Onirosê de wekî "fîlmê dirêj ê herî baş" hat destnîşankirin.
Belgefîlm dê 14ê Îlona 2026an di merasîmeke taybet de li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê were nîşandan.
Xelatên Fîlman ên Onirosê
Xelatên Fîlman ên Onirosê (Oniros Film Awards®️) pêşbirkeke navneteweyî ye û navenda wê ya sereke li bajarê New Yorkê ye.
Ev pêşbirk mehane tê lidarxistin û ji aliyê malpera daneyên fîlman a li ser înternetê (IMDb) ve bi awayê fermî tê naskirin.
Armanca vê pêşbirkê dîtin û piştgirîkirina derhênerên jêhatî û berhemên sînemayî yên bêhempa yên li seranserê cîhanê ye.
Her 3 mehan carekê, fîlmên serkeftî di merasîmeke taybet de li New Yorkê tên nîşandan.
Beşdarî 4 festîvalên navneteweyî bûye
Heta niha belgefîlma "DAIŞê Ez Tenê Hiştim" di 4 festîvalên navneteweyî yên fîlman de cihê xwe girtiye.
Belgefîlma Rûdawê di Xelatên Festîvala Fîlman a Cîhanî (Global Film Festival Awards) de 2 xelat standin.
Her wiha ji bo wergirtina xelatê di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Falconê (Falcon International Film Festival) de bû namzed û di Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a New Yorkê (New York Human Rights Film Festival) de jî bi awayê fermî hat hilbijartin.
Çîroka zarokeke Kurd a 14 salî
Fîlm çîroka zarokeke Kurd a 14 salî vedibêje ku ji Silêmaniyê ye û xeyala wê ew e ku bibe bijîşk.
Dema ku malbata wê ji bo tedawiya dayîka wê diçe Tirkiyeyê, ew geşta wan a ku bi hêviyeke mezin dest pê kiribû rû bi rûyî felaketekê dibe.
Derhênerê belgefîlmê Salar Reza Seîd e ku rojnamegerekî Kurd e û di vî warî de xwediyê tecrubeyeke zêdetirî 20 salan e.
Salar ji sala 2012an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kiriye û niha Birêvebirê Ofîsa Silêmaniyê ya Rûdawê ye.
Xelatkirin û nîşandana berdewam a belgefîlmên Tora Medyayî ya Rûdawê ya li festîval û navendên navneteweyî, şiyana hilberîna Rûdawê ya di asta cîhanî de piştrast dike.
Tora Medyayî ya Rûdawê pêbend e ku çîrokan bi standardên herî bilind ên pîşeyî vebêje.



