Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Palo di her malikeke helbesta xwe de êş û derdên Kurdan wekî neynikekê nîşan didan.
Mele Ehmedê Palo bi zimanekî dewlemend bangî gelê xwe dikir da ku ji xewa giran şiyar bibe û berê xwe bide zanînê.
Helbestvan û zimanzanê Kurd Mele Ehmedê Palo sala 1920an ji dayîk bûye û sala 1991ê koça dawî kiriye.
"Azadî bêyî xwendinê nabe"
Mele Ehmedê Palo di wê baweriyê de bû ku bêyî xwendin û hişyariyê azadî nabe para ti miletan.
Ew ji ber rewşa gelê xwe dinaliya û wî di hemû berhem û dîwanên xwe de ev êş nîşan daye.
Wî bi zimanekî dewlemend û resen kul û derdên miletê xwe dikirin helbestên bedew û têrwate.
"Çima Hejar î?"
Mele Ehmedê Palo dixwest miletê wî jî mîna miletên din pêşketî, serfiraz û serbest be.
Lê dema wî rastiya heyî didît diêşiya û dinaliya.
Miletên din dewlet û welatan ava dikin û serbest dijîn lê Kurd bindest û belengaz in.
Vê rastiyê dilê Palo diêşand û wî ev yek di helbestên xwe de jî diyar kiriye.
Palo di helbesta xwe ya bi navê "Çima Hejar î?" de gazî Kurdan dike ku dev ji stûxwariya li ber destê dijmin û neyaran berdin, ji xewa giran rabin û berê xwe bidin zanîn û xwendinê.
Mele Ehmedê Palo di helbesta xwe de wiha dibêje:
"Gelo carek ji xew qet nabî hişyar
Wekî xelkê cihanê nabî rizgar
Heya kengî bimînî ber şek û dar
Ne şerm e ku tenê bê kar û bar î
Bes e rabe bibîne vê cihanê
Binêre tevger û dewra zemanê
Bi yek carê berî dane jiyanê
Di zanîn û hunermendî şiyar î
Di ferman û di zindanê xuya bî
Heya kengî ji bo dijmin bira bî
Ji bo te ew gurê har û ziha bî
Wekî jar û pepûkan tê diyar î"


