Hewlêr (Rûdaw) - Xalîçeya sor a Festîvala Fîlman a Venedîkê ku çalakiya sînemayê ya herî kevn a cîhanê ye, îsal dibe dika çîroka Pêşmergeyeke jin a wêrek.
Festîvala 83yemîn a Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê dest pê kir û li festîvalê dê fîlmê Helkewt Mistefa yê bi navê “Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê” jî were nîşandan.
Rûdaw festîvalê ji nêzîk ve dişopîne.
Festîval dê heta 12yê Îlona 2026an bidome.
21 fîlm di beşa pêşbirka sereke ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de ji bo Xelata Şêrê Zêrîn pêşbaziyê dikin.
Bi dehan fîlm jî di beşên din de dê derkevin pêşberî sînemahezan.
Berhemên derhênerên hoste yên wekî Werner Herzog, Hirokazu Kore-eda û Martin McDonagh di festîvalê de derdikevin pêş.
Fîlmê " Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" jî beşdarî Festîvala Fîlman a Venedîkê dibe.
Fîlm qala Pêşmergeyeke jin a wêrek dike ku ji bo rizgarkirina xwişka xwe ya ku DAIŞê revandiye têdikoşe.
Lîstikvana sereke ya fîlmê Avan Cemal e û derhênerê fîlmê jî Helkewt Mistefa ye.
Avan Cemalê li Venedîkê ji Rûdawê Peyam axivî û qala amadehiya xwe ya ji bo rolê û hestên xwe yên li ser demên dîrokî yên li Venedîkê kirin.
Têkoşîna nîşangireke Kurd a li dijî DAIŞê
Fîlm di beşa bi prestîj a festîvalê "Asman" (Orizzonti) de pêşbaziyê dike.
Fîlm qala têkoşîna jineke Kurd a nîşangir dike ku li dijî DAIŞê şer dike.
Avan Cemal bi performansa xwe ya di fîlmê de balê dikişîne ser xwe.
Wê ji bo ku karibe rola xwe bi cih bîne pêvajoyeke zehmet derbas kir.
Wê cara ewil qala vê pêvajoyê kir û diyar kir ku ew ji bo rola xwe du mehan li baregeha leşkerî ya Zêrevanî ya Hêzên Pêşmergeyan ma.
Ew li wê derê di bin çavdêriya sê mamosteyên cuda de beşdarî perwerdeya nîşangirî û parastinê bû.
Avan Cemalê hûrgiliyên dema amadehiyê parve kirin û got:
"Berê ti tecrubeyên min ên bi çekan re nebûb. Lê ji bo vê rolê ez çûm baregehê û min perwerdehiyeke rasteqîn dît.
Ez ne tenê fêrî bikaranîna qenas û tivingê bûm di heman demê de ez hînî teknîkên şerê ji nêzîk ve û xweparastinê jî bûm.
Ji ber hezkirin û xwesteka min a ji bo vî karî, ev hemû pêvajoya zehmet ji bo min veguherî tecrubeyeke hêsan û xweş."
Wê her wiha da zanîn ku ew piştî perwerdeyê dikare bi tivingeke nîşangir bi hêsanî li hedefê bixe.
Wê bi vê yekê nîşan da ku ew çi qasî serdestî rola xwe bûye.
Xalîçeya sor a Venedîkê
Avan Cemalê tekez kir ku ew bi wesîleya fîlmê cara ewil çûye Venedîkê û ev tecrube ji bo wê gelekî taybet e û got:
"Min her tim gelekî dixwest ez Venedîkê bibînim. Ez kêfxweş im ku ez berê nehatime vê derê, çimkî niha ez vê demê bi serkeftina fîlma me re, bi awayekî gelekî taybettir dijîm.
Çimkî niha ez wekî parçeyekî vê dema dîrokî, bi tecrubeyeke gelekî xweş û taybet li vê derê me."
Wê beravajî dîtinan destnîşan kir ku ji bo derbasbûna li ser xalîçeya sor a sibe qet stresa wê nîne û dilê wê tijî kêfxweşî û serbilindî ye.
Wê bal kişand ser wê yekê ku ev kelecan ne tenê ji ber serkeftineke kesane ye
Wê da zanîn ku sedema vê yekê ew e ku li yek ji dîkên herî bi prestîj ên cîhanê, ew Kurdistanê û jinên wê yên wêrek temsîl dike û ev yek rûmetekê dide wê.


