Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka “Tûrikê Çîrokan” a duyemîn a nivîskar Mihemed Henîfî Çelîk a ku 8 çîrok tê de hene, ji Weşanxaneya Sîdarê derket.
Nivîskar Mihemed Henîfî Çelîkê Rihayî pirtûka duyemîn a Tûrikê Çîrokan weşand.
Di pirtûka 133 rûpelî de 8 çîrok hene ku 3 ji wan gelêrî ne û 5 jî çîrokên taybet ên nivîskar bi xwe ne.
Nivîskar di pirtûkê de cih daye çîrokên Belûban û Kera Boz, Mihemedê Etar û Keçel Remo, Mirov Li Ser Koka Xwe Mezin Dibe, Qufên Mezopotamyayê, Elo Newêrek, Koşkariya Ji Neçariyê, Guriyê Qazan û Kislan Kilor Dibarîne.
Pirtûka Tûrikê Çîrokan a duyemîn ji aliyê Pirtûkxaneya Sîdarê ve tê firotin û belavkirin.
Nivîskar îsal meha gulanê cildê yekem ê Tûrikê Çîrokan weşandibû. Di pirtûka yekem de jî 6 çîrokên taybet û 2 çîrokên gelêrî hebûn.
Mihemed Henîfî Çelîk kî ye?
Sala 1979an li gundê Mircanikê yê Rihayê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Afyonkarahîsarê Beşa Wêjeya Zimanê Tirkî qedandiye. Li ser zimanê Kurdî kar û xebat kirine. Cara yekem li Rihayê pola dersên vebijêrkî yên Kurdî di encama xebatên wî de li dibistana ku lê kar dikir hat vekirin.

.jpg&w=3840&q=75)

