Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyê Weşanxaneya Belkiyê Rênas Jiyan ragihand ku polîsan îro sibehê saet 08:00an bi ser weşanxaneya wan de girt û lêgerîn û lêpirsîn kirin.
Nivîskar û helbestvanê Kurd Rênas Jiyan li ser hesabê xwe yê Xê li ser serdegirtinê bertek nîşan da û ragihand ku polîs piştî lêgerîn û lêpirsînê ji weşanxaneyê çûne.
“Zextkarî û zordarî ne çareserî ye”
Rênas Jiyan rexne li pêvajoyê girt û diyar kir ku mafnasî, dad û azadî çareserî ne.
Nivîskar û helbestvanê Kurd di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Polîsan vê sibê, saet 8an bi ser weşanxaneya me Belkî de girt. Lêgerîn û lêpirsîn kirin û çûn.
Ev çawa pêvajo ye, çawa lihevhatin e?! Pêvajo vala ye. Zextkarî û zordarî ne çareserî ye, mafnasî û dad û azadî çareserî ye. Em dê ti carî dev ji ziman û welatê xwe bernedin.”
.jpg&w=3840&q=75)


