Hewlêr (Rûdaw) - Muhsîn Namcû ku 20 sal bûn li sirgûnê dijiya ragihand ku ew vegeriya Îranê.
Hunermendê navdar ê Îranê Muhsîn Namcû peyameke vîdeoyî belav kir û vegera xwe ya Îranê ragihand:
Muhsîn Namcû di peyama xwe de anî ziman:
"Dema ku hûn vê vîdeoyê bibînin, ez dê yan di balafira Tehranê de bim an jî piştî nêzîkî 20 salan li ser axa welatê xwe bim.
Ez gihîştim wê qonaxa jiyanê ku ez hest dikim êdî xerîbî bes e."
Muhsîn Namcû diyar kir ku ji bo wî tiştê girîng ne ew e ku ew li Îranê muzîkê bike yan na û got:
"Tiştê girîng ew e ku ez li wir bim; li welêt, li cem dost, malbat, xwişk û xizmên xwe.
Û van çend kêliyên mayî yên emrê xwe li cem wan derbas bikim."
Namcû di berhema xwe ya bi navê "Şems" de ji ber ku ayetên Quranê bi muzîkê re xwendibûn û şîrove kiribûn bûbû armanca desthilata Îranê.
Dadgeha Îranê Tîrmeha 2009an bi tohmeta "heqareta li Quranê û pîroziyan" 5 sal cezayê girtîgehê li wî birî.
Konserên wî yên li Tirkiyeyê hatibûn betalkirin
Par 6 konserên ku Namcû dê li Tirkiyeyê li dar bixistana hatibûn betalkirin.
Hinceta betalkirina konserên wî ku bilêtên 5 ji wan xelas bûbûn wekî "hestyariyên dînî" hatibû eşkerekirin.
Konserên wî yên sala 2022yan jî hatibûn betalkirin.
Beriya wê jî Tevgera Parastina Îslamê û Serokê Giştî yê Sendîkaya Karmendên Diyanet û Weqfan Mustafa Çopursuz ji bo betalkirina bernameyan Namcû ew kiribû armanc.
Peyama Tehranê ya ji bo hunermendan
Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî ya Îranê Ebas Salihî beriya demeke kurt ragihandibû ku ji bo vegera zêdetirî 100 hunermend, rewşenbîr û kesayetên çandî li derveyî Îranê lîste hatine amadekirin.
Salihî gotibû ku birêvebiriya Îranê bi "nêrîneke zelal" nêzîkî vegera wan dibe û hunermendên ku vedigerin dê neçar nebin ku çalakiyeke taybet bikin.
Vegera Namcû ya piştî 20 salan, piştî peyamên dawî yên birêvebiriya Tehranê ya ji bo hunermendên Îranî yên li derve bû mînaka herî balkêş.
Derhêner Cafer Penahî jî vegeriyabû
Derhênerê ku xwediyê xelata Dara Zêrîn e Cafer Penahî, tevî cezayê ku li wî hatibû birîn Nîsana 2026an vegeriyabû Îranê.
Di nûçeyan de hatibû ragihandin ku Penahî ji ber astengiyan di ser Tirkiyeyê re vegeriyaye û ketiye Îranê.
Dadgeha Şoreşê ya Îranê Kanûna Pêşîn a 2025an bi tohmeta "meşandina çalakiya propagandayê ya li dijî dewletê" di nebûna wî de salek cezayê girtîgehê dabû Penahî.
Penahî ku beriya êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê piştgirî dabû xwenîşandanên li Îranê, ji bo beşdarî merasîmên Oscar û Cannesê bibe li derveyî Îranê bû.
Penahî Sibata 2026an beriya merasîma Oscarê ji AFPyê re axivîbû û ragihandibû ku ew dê piştî merasîmê vegere welatê xwe û gotibû, "Ew der welatê min e û ez dê vegerim welatê xwe."
🔷اولین ویدئوها از ورود #محسن_نامجو به فرودگاه تهران pic.twitter.com/Ky6OWAOF4S
— Bahman Babazadeh|بهمن بابازاده (@Bahman_Babazade) August 27, 2026



