Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê gelêrî yê Kurd Seyîd Îbrahîm Îsmaîlzadeyê ku wekî "Seyîd Îbrahîm Seqizî" dihat naskirin, li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.
Seyîd Îbrahîm Seqizî îro di 78 saliya xwe de ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.
Seyîd Îbrahîm ev çend sal bûn ji ber nexweşiyê ji hunera xwe qut bûbû.
60 salan xizmeta muzîka Kurdî kir
Seyîd Îbrahîm zêdetirî 60 salên temenê xwe terxanî xizmeta stran, muzîk û folklora Kurdî kir.
Dengê wî parçeyekî bîranînên gelek nifşên xelkê Seqiz û Kurdistanê bû.
Her wiha di vegotin û zindîhiştina awaz û kevneşopiyên resen de roleke wî ya berbiçav hebû.
Îbrahîm Seqizî sala 1948an li gundê Hacî Lekê yê navçeya Çomê Mecîdxanê ji dayîk bûbû.
Ew ji ber dengê xwe yê xweş û resen û lêdana amûrên wekî zerb û defê, wekî yek ji parêzvanên stranên folklora Kurdî dihat dîtin.
Dengê wî li çar parçeyên Kurdistanê deng veda
Hunermend Seyîd Îbrahîm bi stranên xwe yên wekî "Ey Wey Barane", "Amînê û Amîn", "Hawar Ey Hawar" û "Şayî ye Zemawend e" li Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê nav û deng peyda kiribû.
Seyîd Îbrahîm Seqizî di dema xebatên xwe yên hunerî de beşdarî gelek festîval û çalakiyên hunerî bûbû.
Yek ji wan Xula 12an a Festîvala Neteweyî ya Muzîka Herêmên Cuda yên Îranê ya li Kirmanê bû.
Ew her wiha beşdarî gelek festîvalên muzîka folklorî yên li bajarên cihêreng ên Rojhilatê Kurdistan û Herêma Kurdistanê jî bûbû û wekî hunermendekî gelêrî rêz lê hatibû girtin.
Mala wî wekî navendeke çandî hat tomarkirin
Ji ber xizmetên wî yên ji bo muzîka folklorî ya Kurdî, ew hunermend ji aliyê encûmenên çandî yên Rojhilatê Kurdistanê ve çendîn caran wekî kesayetiyekî bibandor hat xelatkirin.
Her wiha mala wî wekî navendeke çandî li bajarê Seqizê hatiye tomarkirin.
Termê Seyîd Îbrahîm Seqizî sibe dê bi merasîmeke girseyî, li bajarê Seqizê bê veşaretin.

