Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Avestayê berhemeke nû ya li ser dîroka leşkerî pêşkêşî xwîneran kir.
Pirtûka bi navê "Artêşên Îslamê yên Sedsala 7-11an" ku ji aliyê David Nicolle ve hatiye nivîsandin li zimanê Kurdî hat wergerandin.
Fahriye Adsayê ev pirtûk ji zimanê Îngilîzî wergerandiye.
Pirtûk bi hûrgilî li ser cil û berg, amûrên şer, dîrok û organîzasyona hêzên leşkerî yên Îslamî radiweste.
Di Serdema Navîn de Îslam wekî cîranê herî şareza û zehmet ê Ewropaya Xiristiyan dihat naskirin.
Di wê serdemê de di navbera her du çandan de hevrikiyeke dijwar û berdewam hebû.
Ev pirtûk ronahiyê dixe ser wê serdemê û guherînên di artêşên Îslamî de nîşan dide.
Sê gelên sereke di artêşê de
Li gorî naveroka pirtûkê, heta ku Xaçparêz dawiya sedsala 11an gihîştin Rojhilata Navîn, Îslamê 3 gelên sereke kiribûn yek.
Ew gel Ereb, Ecem û Tirk bûn, her sê gelan bi şiyan û hêzên xwe yên cuda cebilxaneya Îslamê dewlemend kir.
Wêne û îlustrasyonên rengîn
Pirtûk bi alîkariya îlustrasyonan û wêneyên ji muzexaneyan hatiye amadekirin, her wiha hunerweriyên Angus McBride jî di nav de cih digirin.
Ev berhem ji bo naskirina organîzasyon û ekîpmanên artêşên Îslamî yên ji sedsala 7an heta sedsala 11an çavkaniyeke girîng e.
Pirtûka "Artêşên Îslamê yên Sedsala 7-11an" ji 64 rûpelan pêk tê û bi awayekî rengîn hatiye çapkirin.




