Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Şêxo Musikî klîpa xwe ya bi navê “Bihara Min” belav kir.
Şêxo Mûsikî ji gundê Mûsikayê yê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.
Ew ji zaroktiya xwe ve bi muzîkê re eleqedar e û evîndarê muzîka Kurdî ye.
Wî di hunera xwe de ji hunermendên wekî Faris Bavê Fîras, Seyda Perînçek, Ciwan Haco û Brader sûd wergirtiye.
Stran li Amedê hatiye amadekirin
Gotin û muzîka strana “Bihara Min” a hunermendê navdar Brader e û karê aranjeyê jî ji aliyê Azad Yilmaz ve hatiye kirin.
Ev berhem li Stedyoya VENGê ya li Amedê hatiye tomarkirin.
Mîks û masterînga stranê ji aliyê Mehmet Bekalp ve hatiye çêkirin.
Her wiha Kadir Suer jî derhêneriya klîpa stranê kiriye.
Di amadekirina muzîkê de gelek muzîkjenan cih girtiye wekî Cîhad Yildiz li gîtarê, Argeş Ekdî li tembûrê, Şîno Gunbat li bilûrê û Azad Yilmaz jî li perkusyonê daye.
Haşîm Dogrul jî karê li bassê li xwe girtiye.


