Hewlêr (Rûdaw) - Fotoyekî dîrokî yê sê rewşenbîr û zanyarên mezin ên Kurd derket pêş ku wekî "Sê çiyayên gelê Kurd" tên pênasekirin.
Di fotoyê de Kinyazê Îbrahîm, Heciyê Cindî û Qanatê Kurdo li bajarê Bakuya Azerbeycanê li cem hev in.
Merasîma doktorayê
Ev wêne sala 1978an hatiye girtin û wê demê Kinyazê Îbrahîm teza xwe ya doktorayê qedandiye.
Ji bo axaftin û merasîma teza wî, Akademîsyen Qanatê Kurdo ji Lenîngradê (St. Petersburg) çûye Bakuyê.
Her wiha Bavê Folklora Kurdî Heciyê Cindî ji Êrîvanê û Prof. Dr. Ruslan Sabolov jî ji Moskowê çûne paytexta Azerbeycanê.

Têkiliya wêjeya Kurdî û Azerî
Kinyazê Îbrahîm teza xwe ya doktorayê ya edebiyatê li Enstîtuya Edebiyatê ya Akademiya Zanyariyê ya Bakuyê temam kiriye.
Sernavê teza wî "Têkiliya Edebiyata Kurdan bi Edebiyata Rojhilata Navîn û Azeriyan re" bûye.
Ev tez bi serkêşiya Akademîsyenê navdar ê Azeriyan Mîrze Îbrahîmov hatiye nivîsandin.

Piştî 48 salan
Piştî merasîmê ev fotoyê dîrokî li ber deryayê hatiye girtin û di ser girtina vî fotoyî re 48 sal derbas bûne.
Di wê demê de Kinyazê Îbrahîm 31 salî bûye lê Apê Qanat û Apê Hecî li dora 70 saliyê bûne.
Ev wêne wekî bîranîneke giranbiha ya dîroka çand û edebiyata Kurdî tê dîtin û di arşîvan de cihê xwe yê taybet digire.




