Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Pisîkan a Wanê ya li Bakurê Kurdistanê her ku diçe zêdetir bala geştyaran dikişîne.
Ev navenda ku girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ye, îsal 80 hezar geştyar pêşwazî kir.
Li vê navendê, ji bo parastin û zêdekirina hejmara pisîkên Wanê xebatên taybet tên kirin.
"Em naxwazin li kolanan rastî tundiyê bên"
Birêvebirê Navendê Abdullah Kaya li ser girîngiya pisîkan axivî.
Kaya diyar kir ku pisîk parçeyekî jiyana wan in û got:
"Ew di nav civaka me de xwedî cihekî taybet in. Qet nebe çîrokeke her mirovî bi wan re heye.
Em naxwazin pisîkên li kolanan rastî tundiyê bên an jî birçî û tî bimînin. Em ji civakê hêvî dikin ku di vî warî de hîn hestyartir be."
Çavên wan ên rengîn û mûyên wan ên nerm
Tiştê ku pisîkên Wanê ji pisîkên din cuda dike çavên wan in ku her yek bi rengekî ye.
Her wiha mûyên wan ên nerm ên wekî hevrîşimê û meşa wan a taybet jî wan ji pisîkên din cuda dikin.
Ev taybetmendiyên wan bi awayekî zêde bala geştyaran dikişînin.
"Ji bo zarokan bîranîneke xweş e"
Ozgul Urkmezê ku çûye ziyareta navendê jî diyar kir ku ew gelek caran diçe Navenda Pisîkan a Wanê.
Ozgul Urkmezê hestên xwe wiha anîn zimên:
"Min dixwest zarokên min nêzîkî ajalan bibin û hînî wan bibin. Lewra em gelek caran tên vir. Zarokên min li vir wextên gelekî xweş derbas dikin.
Gava kêfa wan tê, kêfa me jî tê. Ew bi destên xwe xwarinê didin wan û pisîkan hembêz dikin.
Îro jî ji bo wan bû bîranîneke xweş. Pisîka Wanê yek ji dewlemendiyên herî mezin ên vî bajarî ye."
Ji bo her malekê Pisîkeke Wanê
Navenda Pisîkên Wanê dest bi projeyeke nû jî kiriye.
Navê vê projeyê "Ji bo her malekê Pisîkeke Wanê" ye.
Di çarçoveya vê projeyê de li gorî hinek mercan her sal 100 pisîk diyarî malbatên Wanî tên kirin.



