Parîs (Rûdaw) - Li Parîsa paytexta Fransayê, Kupaya Cîhanê ya Lîstikên Elektronîk (E-Sports) tê lidarxistin.
Tîmeke Herêma Kurdistanê ya bi navê "721 GSE Sports" wekî nûnera Îraq û Herêma Kurdistanê di lîstika PUBG Mobileyê de beşdar e û hevrikiyê dike.
Di Kupaya Cîhanê de 24 cureyên cuda yên lîstikên elektronîk li ser asta komputer, Play Station û mobîlê tên lîstin.
Ji bo her lîstikekê jî cih û platformeke taybet hatiye amadekirin.
Tîma "721 GSE Sports" ji ciwanên Herêma Kurdistanê pêk tê û di lîstika PUBG Mobileyê de beşdar e.
Piştî lîstina 6 lîstikan di qonaxên destpêkê de, tîmê nekarî encameke dilxweşker û asteke bilind nîşan bide lê hîn jî hêviya wan maye.
Birwayê ji birêvebirên tîma "721 GSE Sports"ê ji Rûdawê re ragihand ku tevî encaman jî ew ne bêhêvî ne ku karibin bigihêjin qonaxa dawî ya Kupaya Cîhanê.
Li aliyê din, tîma "Alpha 7" a Brezîlyayê ku hilgira nasnavê Kupaya Cîhanê ya sala 2024an e, wekî yek ji tîmên herî bihêz li Parîsê amade ye.
Aniika ku lîstikvaneke berê ya lîstika PUBGyê ye, di nav tîmê de derdikeve pêş û keçan teşwîq dike ku beşdarî van çalakiyên cîhanî bibin.
Aniikayê got, "Ez dixwazim keç û jin jî zêdetir werin nav Kupaya Cîhanê ya Lîstikên Elektronîk."
Di vê Kupaya Cîhanê de 32 tîmên cuda yên ji welatên cuda kom bûne.
Hevrikî dê heta 15ê Tebaxê berdewam bikin da ku di dawiyê de şampiyonê vê sezona Kupaya Cîhanê were diyarkirin.


.webp&w=3840&q=75)