Tetwan (Rûdaw) - Di roja 7an a Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê de hemû çalakî û konser ji bo jinan hatin veqetandin.
Di festîvalê de çalakiyên hunerî û hunermendên jin di nava rojê de bi konsera koma erbaneyê ya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) a li ber Gola Kratêrê ya Nemrûdê dest pê kir.
Bi şev jî festîvalê bi konsera Tara Mamedova û Mizgîn Turanê berdewam kir.
Her wiha Koma Govendê ya Jinan a Arjînê ku ji Qosera Mêrdînê beşdar bûbû nîşandaneke bêhempa pêşkêş kir.
Hunermend Mizgîn Turanê li ser festîvalê got:
"Bi rastî di festîvaleke wiha de mirov kelecan dibe.
Mirov dibîne ku çanda Kurdî çi qasî dewlemend û rengîn e.
Festîval mirov û gel tîne ba hev. Ev hatin tiştekî gelekî xweş e.
Ez kêfxweş im ku parçeyekî vê festîvalê me."
"Jina Kurd xwedî dozeke mezin e"
Hunermend Tara Mamedovayê jî kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:
"Ez pir bextewer im ku di şeva jinan de derketim ser dikê.
Ji ber ku jina Kurd xwedî dozeke mezin û dilekî mezin e, ev tiştekî taybet e.
Bi rastî jina Kurd xwedî çirayeke mezin e."
Welatiyên ku beşdarî festîvalê bûne jî daxwazên xwe yên ji bo aştî û aramiyê anîn zimên.
Dayîkekê got:
"Îşev şeva jinan e, ez aştî û aramiyê dixwazim.
Em dayîk in, em naxwazin kezeba kesî bişewite.
Bila êdî kezeba me neşewite, bes e."
Welatiyeke din a ku ji Êlihê hatibû da zanîn:
"Şeveke gelekî xweş e, ez ji Êlihê hatime.
Ji destpêka festîvalê heta niha li vir im. Îro jî gelekî xweş e."
Beşdarên festîvalê bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û gerandina govendê kêfxweşiya xwe diyar kirin.


