Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Ofîsa Şûnwaran a Efrînê Betal Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku hema bêje hemû şûnwarên dîrokî yên li herêma Efrînê rûbirûyî wêrankirin û talankirineke berfireh bûne.
Xelîl hişyarî da ku gelek cihên şûnwarî yên dîrokî bi temamî hatine rûxandin û wî ji bo parastina wan alîkariya navneteweyî xwest.
"Şûnwarên herî girîng bi temamî hatine rûxandin"
Betal Xelîl bal kişand ser zererên giran ên ku gihîştine cihên herî berbiçav ên dîrokî yên li herêmê û got:
"Ji Girê Eyn Darayê bigire heta Keleha Nebî Hûrî û Girê Cindirêsê ku cihên herî girîng û berbiçav ên herêma Efrînê ne, ev şûnwar hatine rûxandin û hema bêje bi temamî hatine wêrankirin."
Birêvebirê Ofîsa Şûnwaran diyar kir ku herêmên çiyayî yên wekî Çiyayê Lîlonê, deverên Beradê, Kalûta, Kîmar, Keleha Semanê û Birca Qasê ku di nav sînorê "Bajarên Jibîrbûyî" de ne, rûbirûyî kolandinên qaçax û talankirinê bûne.
36 girên şûnwarî hatine têkdan
Betal Xelîl diyar kir ku hemû girên şûnwarî yên qeydkirî di bin metirsiyê de ne û li pey çû:
"Li herêma Efrînê 36 girên şûnwarî hene ku li cem Birêvebiriya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan tomarkirî ne. Her 36 gir rûbirûyî rûxandinê bûne.
Ez bi xwe di dema dawî de çûm hemû giran û min bi çavên xwe dît ku mixabin hemû hatine xerakirin."
Betal Xelîl her wiha eşkere kir ku li Keleha Nebî Hûrî jî rûxandineke zêde çêbûye û "nêzîkî ji sedî 70yê rûberê vê kelehê hatiye rûxandin û têkdan."
Projeyek ji bo belgekirina şûnwaran
Wî li ser parastina şûnwarên mayî behsa projeyeke nû ya ofîsa xwe kir û got ku di demeke nêz de ew dê dest bi belgekirina depoya şûnwarî ya Eyn Darayê bikin.
Li gorî agahiyên ku Betal Xelîl dane, ev proje dê bi du awayan be: Tomarkirina li ser kaxezê û tomarkirina elektronîk.
Her wiha her perçeyekî di depoyê de dê bi rêya teknolojiya 3D were wênekirin da ku wekî arşîv bimîne.
"Pêdiviya karê nûjenkirinê bi demê heye"
Birêvebirê Ofîsa Şûnwaran diyar kir ku Birêvebiriya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan a Helebê ji bo nûjenkirina Eyn Darayê plansazî û lêkolînên pêwîst amade kirine lê li pêşiya vî karî astengên mezin hene û biland:
"Karê nûjenkirinê lêkolînên hûr û kûr ên ji aliyê pisporan ve dixwaze. Ez dikarim bibêjim ku qebareya zererê gelekî mezin e.
Ji bo vê yekê pêdivî bi tîmên pispor û demeke dirêj heye, ji ber ku beşeke pir mezin a şûnwarên me hatine talankirin û wêrankirin."
Pêwendiyên li gel UNESCOyê
Betal Xelîl destnîşan kir ku Birêvebiriya Şûnwar û Muzexaneyan a Sûriyeyê û Birêvebiriya Şûnwaran a Helebê bi rêxistina UNESCO û saziyên navneteweyî re gelek civîn kirine.
Li gorî gotina wî, armanca van civînan dabînkirina piştgiriya darayî û pisporî ye da ku dest bi karê nûjenkirinê bikin.
Xelîl di dawiyê de diyar kir ku wekî Ofîsa Şûnwaran a Efrînê, ew bi berdewamî û her hefte geştên çavdêriyê li seranserî herêmê pêk tînin da ku rê li ber kolandinên neyasayî û her cure binpêkirinên li ser samanên dîrokî bigirin.
Talan û Efrîn
Li gorî lêkolîneke nû ya ku di kovara zanistî “Heritage”yê de 23yê Tîrmeha 2026an hatiye weşandin, li Sûriyeyê ji sedî 59ê şûnwarên dîrokî rûbirûyî talankirinê bûne.
Di lêkolînê de tê diyarkirin ku herêma Efrînê yek ji wan deveran e ku herî zêde rûbirûyî rûxandin û kolandina birêkûpêk a bi makîneyên giran (buldozeran) bûye.
Lêkolînê bi taybetî bal kişandiye ser herêma Efrînê ku wekî herêma herî zêde zerer ji talankirina bi makîneyên giran ditiye.
Vê pêvajoyê ji dawiya sala 2018an ve dest pê kiriye û heta sala 2025an berdewam kiriye.
Tê de hatiye gotin ku bi dehan girên dîrokî bi rêya buldozeran hatine rûxandin û kolandin ku ev heyam li gel kontrolkirina herêmê ya ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên nêzîkî wê ve hevdem e.
Di lêkolînê de hatiye gotin: "Ji dawiya sala 2018an ve artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên hevalbendên wê dest danîn ser çend herêman li bakurê Sûriyeyê, di nav de geliyê Efrînê û herêma piranî Kurd a li derdora bajarê Kobaniyê. Li van deveran, hejmareke zêde ya şûnwarên dîrokî ji ber talankirina bi makîneyan rûbirûyî zererên giran bûn ku xuya dike ev kar bi hevahengiya hêzên leşkerî yan di bin parastina wan de hatiye kirin."
Di lêkolînê de hatiye eşkerekirin ku şûnwarê dîrokî yê Eyn Darayê di destpêka sala 2018an de cara yekem ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin.
Pişt re peykerê şêr ê kevirî yê navdar hatiye dizîn ku li gorî lêkolînê birine Tirkiyeyê, berî ku di Sibata 2019an de rûxandin û kolandina birêkûpêk a li şûnwar dest pê bike.
Wêneyên peykan nîşan didin ku karên kolandinê heta Kanûna Paşîn a sala 2022yan her du girên bilind û nizm bi tevahî li xwe girtine û tenê perestgeha kevirî li wî şûnwarî maye lê beşeke zêde ya tebeqeyên şûnwarî hatine rakirin.
Lêkolînê destnîşan kiriye ku ev cureyê kolandinê herî xeter e çimkî tenê bi dizîna parçeyên dîrokî bi sînor namîne, tebeqeyên dîrokî bi xwe dişikîne û rûxîne, tebeqeyên kevintir derdixe holê û vê yekê dike ku di paşerojê de hîn bêtir rûbirûyî talankirinê bibin.



