Hewlêr (Rûdaw) - Li Çînê ji bo karkeran qutikekî havînê hat nîşandan û ev qutik hênikker e û di germahiya zêde ya havînê de karkeran hênik dike.
Qutik li Navenda Nûjeniyê ya Anhuiyê ya Çînê tên nîşandan.
Şirketa hilberîner qutikên hênikker bi şêweyên cuda çêdike û her qutikek bi 200 yuanê Çînî ye ku ew jî dike nêzîkî 30 dolarî.
Rêberê li Navenda Nûjeniyê ya Anhuiyê ya Çînê Cao Yu li ser qutikan agahî dan û got:
"Qutikê li aliyê çepê beriya lixwekirinê tenê 5 xulekan di nav avê de tê danîn.
Piştî wê rojekê an jî du rojan hênik dimîne.
Di qutikê li aliyê rastê de jî hênikkerekî gelekî bilez heye."
Cao Yu her wiha diyar kir ku qutik bi pakêtên sarker re tên bikaranîn û pê de çû:
"Pêwîst e ew pakêt berê di cemidankê de bên cemidandin.
Piştî lixwekirinê, li gorî germahiya derdorê mirov bi qasî 8 pileyan hênik dibe."
Li Kurdistanê jî karker ji bo debara xwe di bin germahiyeke zêde de dixebitin.
Karker hêvî dikin ku bazirgan van qutikan bînin Kurdistanê da ku ew jî li xwe bikin û pê bixebitin.

.webp&w=3840&q=75)
