Tetwan (Rûdaw) - Di sêyemîn roja Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê de Koma Peyal û dengbêj Delîl Dîlaner derketin ser dikê û Tetwan bi deng û rengên Kurdistanê xemilî.
Koma ciwanan a bi navê Koma Peyalê bi stranên xwe yên bi hemû zaravayên Kurdî performanseke bêqisûr nîşan da.
Dengbêj Delîl Dîlaner jî bi kilam û stranên xwe yên klasîk Tetwana Bakurê Kurdistanê hejand.
Hunermendan ji bo geşbûna hunera Kurdî bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û aştiyê.
“Hemû Kurdistan li Tetwanê civiyaye”
Hevseroka Şaredariya Tetwanê Belkiz Beştaş Epozdemirê kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
“Festîvala Tetwanê îşev şeva sêyan e. Delîl Dîlaner û Koma Peyal derketine ser dikê.
Hûn coşa gelê Tetwanê, Êlihê, Sêrtê û gelek bajarên din dibînin. Hemû Kurdistan li Tetwanê civiyaye. Ji bo vê coş û kelecanê çi ji destê me bê em dikin.”
Peyamên ji bo aştiyê
Hunermend Delîl Dîlaner di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got:
“Ji bo aştiyê, da ku xort û zarokên me neyên kuştin aştî lazim e.
Lê aştiyeke ku nasnameya Kurdî, Kurdewarî û zimanê Kurdî tê de be lazim e. Em piştgiriyê didin wê aştiyê.”
Endamê Koma Peyalê Îhsan Zanyar jî da zanîn, “Pêvajo çi be jî dê nirxê Kurd û Kurdewariyê her tim bi ser bikeve.”
Endamê din ê Koma Peyalê Ednan Kartal jî hestên xwe wisa anîn zimên:
“Me konsereke xweş derbas kir. Em dixwazin ev pêvajo serkeftî be û huner û çanda me her tim bilind bibe.”
Welatî ji derdorê herikîn Tetwanê
Welatiyên ku beşdarî konserê bûn hestên xwe ji Rûdawê re parve kirin.
Jinekê destnîşan kir, “Şeveke pir xweş bû. Em spasiya hemû mêvanên ku ji derve hatine dikin.”
Welatiyekî din jî diyar kir, “Me zû de tiştekî wisa nedîtibû. Guherînên wisa her tim xweş in. Em spasiya Şaredariya Tetwanê dikin.”
Jineke din jî da zanîn ku ew xelka Xelatê ye lê ji Stenbolê hatiye mêvandariyê û tenê ji bo dîtina Delîl Dîlaner beşdarî konserê bûye.
Zilamekî ji Hîzanê jî got ku ew tenê ji bo Delîl Dîlaner hatiye festîvalê.
Welatiyekî din ê temenmezin kêfxweşiya xwe anî zimên û got, “Sihheta Delîl xweş be. Ez ji zarokatiya xwe ve guhdariya wî dikim. Bi xêr hatiye, ser çavan re hatiye.”
Zarokekî jî bi dilxweşî got, “Ez heyranê Delîl im. Kilamên wî zehf xweş in.”
Ji bo bîranîna qurbaniyên Şengalê konser hatin rawestandin
Îro (3yê Tebaxê) roja çaremîn a festîvalê ye û bi minasebeta salvegera komkujiya Şingalê bername hatin guhertin.
Ji bo bîranîna qurbaniyên Şingalê îro konser nayên dayîn û dê tenê çalakiyên wêjeyî hebin.
Her wiha dê êvarê fîlma bi navê “Uçan Koftecî” (Koftefiroşê Difire) were pêşandan.


