Tetwan (Rûdaw) - Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê ya li Bakurê Kurdistanê bi coşeke mezin didome.
Di roja duyemîn a festîvalê de stêrkên muzîka Kurdî Mehmet Atli, Rûken Yilmaz û koma Agirê Jiyanê derketin ser dikê û şevek jibîrnekirî bi beşdaran da jiyandin.
Ji bo guhdarîkirina hunermendên navdar, bi hezaran kes ji Tetwan, Bedlîs û gelek bajarên din qada konsertê û perava Gola Wanê tije kirin.
Di konserê de pêşî Mehmet Atli derket ser dikê û stranên xwe yên ku herî zêde tên hezkirin gotin.
Kesên ku beşdarî konserê bûn bi yek dengî pê re stran gotin.
Pişt re Rûken Yilmazê dest bi konsera xwe kir û bi performansa xwe coşa qadê zêde kir.
Herî dawî jî koma Agirê Jiyanê piştî bi salan li navçeyê derket ser dikê û coşa festîvalê gihand lûtkeyê.
Bi stranên Agirê Jiyanê re roja duyemîn a festîvalê bi dawî bû.
Ji gelek bajaran berê xwe dan festîvalê
Ji bo festîvalê ne tenê xelkê herêmê, ji gelek bajarên cuda jî bi hezaran kes li qada çalakiyan kom bûn.
Beşdarên ku ji Wan, Îzmîr, Êlih, Sêrt û heta ji Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hatibûn, kêfxweşiya xwe anîn zimên.
Welatiyekî ji Wanê got, "Em ji Wanê hatin, em ji bo hemû hunermendan li vir in."
Jineke ku ji Îzmîrê hatibû jî hestên xwe wiha anî zimên, "Ez ji Îzmîrê ji bo vê festîvalê hatim. Ji ber ku ez li vir im pir kêfxweş im."
Welatiyekî din kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina Agirê Jiyanê anî zimên û got, "Zaroktiya me bi Agirê Jiyanê derbas bû. Em bi dîtina wan gelekî kelecanî dibin. Em hez dikin ev pêvajo here serî û festîvalên wisa zêde bibin."
"Me mîhrîcanên wisa ji bîr kiribûn"
Jineke Êlihî ya di qada festîvalê de got, "Min bihîst ku kilamên xweş hene, ez jî hatim. Ez ji bo Kurdiyê hatime."
Welatiyekî din ê ji herêma Xerzanê ya Êlihê destnîşan kir ku ev festîval ji bo wan gelekî girîng in û got:
"Me li Kurdistanê mîhrîcanên wisa ji bîr kiribûn. Ev yek hêviyeke dilxweştir dixe dilê me."
Mêhvanekî ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatibû jî got, "Ez ji Urmiyeyê hatime Cejna Tetwanê, pir xweş e."
Bernameya roja sêyemîn
Festîval îro li Baxçeyê Milet bi çalakiya koma GEROK Mayê ya ji bo zarokan dest pê dike.
Pişt re lîstika bi navê "Her Gundek Lîstikek" dê ji bo zarokan were lîstin.
Her wiha di nava rojê de dê şanoyên kolanan werin pêşandan.
Di êvariya sêyemîn roja festîvalê de jî dê Koma Peyal û hunermend Delîl Dîlanar derkevin ser dikê û konseran bidin.


