Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma bi navê "Yek Deng" a ku di meha adara îsal de li Norwecê hatiye girtin, bi çîroka xwe ya bibandor balê dikişîne.
Mijara fîlmê li ser hest û xebata ciwanekî ye ku dixwaze ji bo berxwedana Kobaniyê çalakiyekê bike.
Lehengê fîlmê bi xwe jî ciwanekî ji Kobaniyê ye.
Ew ji bo ku piştgirîya xwe nîşan bide, bi tena serê xwe berê xwe dide lûtkeyên çiyayên sar ên Norwecê û agirekî vêdixe.
Di 6 festîvalan de hat nîşandan
Fîlma "Yek Deng" heta niha di 6 festîvalên cuda yên sînemayê de hatiye nîşandan û ji aliyê sînemahezan ve gelekî hatiye ecibandin.
Divê were gotin ku Zagros Çetînkaya bi xwe hem senaryoya wê nivîsandiye û hem derjêneriya wê kiriye.


