Tetwan (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, Festîvala Çand û Hunerê dest pê kir.
Festîval ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve tê lidarxistin.
Çalakiyên di çarçoveya festîvalê de doh bi şev dest pê kir.
Di roja yekem a festîvalê de hunermend Şahê Bedo, Neslîxan Edîş û Serhedo derketin ser dikê.
Konser li peravê Gola Wanê bi beşdariyeke zêde ya xelkê navçeyê hatin lidarxistin û xelkê heta derengiya şevê demên xweş derbas kirin.
"Çand heye, huner heye, em hene"
Şaredariya Tetwanê bi dirûşma "Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene" vê festîvala girseyî ya çand û hunerê li dar dixe.
Festîval dê ji 31ê Tîrmehê heta 9ê Tebaxê bidome.
Dê gelek hunermend û kom beşdar bibin
Di çarçoveya festîvalê de dê gelek hunermend û komên naskirî yên muzîka Kurdî konserên xwe pêşkêş bikin.
Hunermendên wekî Şahê Bedo, Neslîxan Edîş, Serhedo, Rûken Yilmaz, Mehmet Atli, Delîl Dîlanar, Cevdet Bagca, Servet Kocakaya, Ayfer Duzdaş, Mizgîn Turan, Tara Mamedova, Serdar Canan, Kamkar û Îlkay Akkaya dê beşdar bibin.
Her wiha komên wekî Agirê Jiyan, Peyal, Koma Amed, Bajar, Koma Rengîn, Agirê Zerdeşt, Siya Şevê, Koma Erbaneyê û Koma Govendê ya Jinan a Arjînê dê derkevin ser dikê.
Di bernameya festîvalê de ne tenê konser hene.
Li gel konseran dê lîstikên şanoyê, pêşangeh, panel û pêşangeha pirtûkan jî cih bigirin.


