Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Tara Mamedova û Hîvda Koç ji bo Festîvala 24emîn a Çand û Xwezayê ya Munzûrê de li Dêrsimê ne.
Ev festîval di navbera 30ê Tîrmehê û 2yê Tebaxê de tê lidarxistin.
Van her du hunermendan li ser festîvalê û Dêrsimê ji Rûdawê re axivîn.
Hunermendan bal kişand ser atmosfêra çandî ya festîvalê û dan zanîn ku Festîvala Munzûrê ne tenê çalakiyeke muzîkê ye.
Wan destnîşan kir ku ev festîval organîzasyoneke girîng e ku xweza, çand û piştgirî tê de digihîjin hev.
Tara Mamedova: Ez li Dêrsimê hestên cuda dijîm
Tara Mamedovayê bi bîr xist ku ew beriya bi salan jî çûye Dêrsimê û wê demê hîn 23 salî bûye.
Mamedovayê da zanîn ku Dêrsim ji bo wê xwedî cihekî taybet e û got:
"Beriya bi salan jî ez hatibûm Dêrsimê. Wê demê ez gelekî ciwan bûm, hîn 23 salî bûm. Îro jî wekî hunermendekê li vir im û ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweş im.
Dêrsim ji bo min xwedî cihekî taybet e. Dîrokeke gelekî kûr a Dêrsimê heye, gelek êş û mirin dîtin.
Dema mirov di xweza û erdnîgariya wê de digere, dikare hestên gelekî cuda bijî."
Mamedovayê ragihand ku ew çend roj beriya festîvalê hatiye Dêrsimê û xwestiye bi xwezaya bajar re bibe yek û wiha pê de çû:
"Min xwest ez Dêrsimê hembêz bikim, ava wê vexwim. Dêrsimê bîranînên gelekî xweş bi min dan jiyîn. Bi wê enerjiya ku ev çend roj in da min, îro li ser dikê, em dê li bajarê Dêrsimê bi gelê xwe re werin cem hev û stranên xwe bistirên."
Mamedovayê bangî Dêrsimiyan û beşdarên festîvalê kir û daxwazên xwe wisa anîn zimên:
"Ez dixwazim bangî gelê me bikim ku beşdarî konseran bibin. Bi me re bin, bi hev re bin. Werin em bi stranên xwe hevdû hembêz bikin û di vê xwezaya bêhempa de bi hev re bin."
Hîvda Koç: Nedîtina Dêrsimê kêmasiyeke mezin e
Hîvda Koçê jî destnîşan kir ku ew di çarçoveya festîvalê de cara yekem çûye Dêrsimê û bi salan xeyala dîtina vî bajarî kiriye.
Koçê eşkere kir ku ew gelekî ketiye bin bandora xweza û erdnîgariya Dêrsimê û got:
"Bi salan e ez bi xeyala dîtina Dêrsimê dijiyam lê ez cara ewil e têm. Xweza, mirov û dîmena Dêrsimê gelekî xweş in. Min gelekî jê hez kir."
Hîvda Koçê anî zimên ku ew ji bo festîvalê li Dêrsimê ye lê wê ji bajar bi xwe jî gelekî hez kiriye û got ku li vê derê gelek hevalên wê hene û ew dê dîsa were.
Hîvda Koçê bi taybetî bal kişand ser xwezaya Dêrsimê û got, "Li Dêrsimê tiştê ku ewil balê dikişîne xwezaya wê ye. Xwezayeke wê ya gelekî xweş heye, bi rastî min gelekî ji xwezaya wê hez kir."
Hîvda Koçê da zanîn ku wê berê herêmên Serhed û Botanê dîtine lê Dêrsim di nav herêmên ku wê nedîtine de mabû û wiha got:
"Nedîtina Dêrsimê kêmasiyeke mezin e. Erdnîgariyeke gelekî xweş e. Min Serhed û Botan dîtibûn, Dêrsim mabû.
Hevalên min tim digotin 'Hîvda, divê tu Dêrsimê bibînî'. Bi rastî jî hêjayî dîtinê ye."
Hîvda Koçê bal kişand ser wê yekê ku Dêrsim ne tenê ji aliyê çandî û dîrokî ve, ji aliyê geştyariyê ve jî cihekî girîng e û wiha bi dawî kir:
“Divê her kes bibîne. Her wiha cihekî geştyarî ye. Ne hewce ye mirov biçe cihên din. Min bawer nedikir ku li Kurdistanê cihekî wisa hebe. Erdnîgariyeke bêhempa ye ku mirov dikarin ji bo bêhnvedanê jî werinê.”


