Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke berfireh a li Brîtanyayê nîşan da ku ciwanên di salên xwe yên 20î de ne, rastî şert û mercên herî xirab ên 50 salên dawî hatine.
Ev rewşa neyînî herî zêde di warên xanî, kar û dahatê de derketiye holê.
Xebat ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Darayî ya Brîtanyayê (IFS) ve ji bo BBCyê hatiye amadekirin û pişta xwe bi amarên hikûmetê girê dide.
Di vê xebatê de, rewşa aborî û civakî ya ciwanên 25 salî yên ji nifşên cuda dane ber hev.
Ev berawirdkirin li gorî salên 1980yî ve hat kirin.
Analîzê nîşan da ku Nifşê Zyê di pêvajoya mezinbûnê de li paş nifşên berê maye.
Rêjeya ku ciwan bibin xwedî mal gelekî kêm bûye û zêdebûna dahatê rawestiyaye.
Her wiha rêjeya ciwanên ku bi malbatên xwe re dijîn bi awayekî berbiçav bilind bûye.
Ji çar ciwanan dudu bi malbatê re dijîn
Li gorî lêkolînê, li Brîtanyayê îro ji sedî 42yê ciwanên 25 salî hîn jî li malê bi malbatên xwe re dijîn.
Ev rêje salên 1990î di asta ji sedî 25an de bû.
Yek ji cudahiyên herî mezin ên ên navbera nifşan di warê xwedîbûna xaniyan de derket holê.
Dawiya salên 1980yî ji sedî 43yê ciwanên 25 salî xwediyê xaniyên xwe bûn lê îro ev rêje daketiye ji sedî 15an.
Bihabûna xaniyan û lêçûnên vehewînê yên ku roj bi roj zêde dibin wekî sedemên sereke yên ku zehmet dikin ciwan bibin xwedî xanî hatin nîşandan.
Hat diyarkirin ku ciwanên di salên xwe yên 20î de neçar dimînin beşeke mezin a dahata xwe bidin kirê yan jî krediya xaniyan.
Zêdebûna fatureyên enerjiyê û xerciyên jiyanê yên giştî jî guvaşa aborî ya li ser ciwanan girantir dikin.
Rêjeya karkirina ciwanan daket
Di xebatê de cih ji pêşhatên di bazara kar de jî hat dayîn.
Li gorî amaran, rêjeya karkirina jinên 25 salî di 10 salên dawî de ji sedî 77an daketiye ji sedî 71ê.
Ev daketin, ji salên 1980yî ve di rêjeya karkirina jinan de daketina yekem e.
Di heman koma temenî de rêjeya karkirina mêran jî ji sedî 84an daketiye ji sedî 76an.
Lêkolînê destnîşan kir ku ciwan ji bo dîtina kar li gorî nifşên berê neçar in gelekî zêdetir serlêdanan bikin.
Kêmbûna ewlehiya kar û nezelaliyên li ser guherînên ku hişê çêkirî di jiyana xebatê de çêbikin, destpêka kariyera ciwanan lawaztir dikin.
Planên xwe yên paşerojê bi paş dixin
Amaran nîşan da ku di dahata ciwanan de demeke dirêj e rawestanek heye.
Ciwanên ku di çarçoveya lêkolînê de dîtina wan hat wergirtin anî zimên ku ew neçar dimînin planên xwe yên paşerojê bi paş bixin.
Wan wekî sedem jî xerciyên bilind ên kirê, derfetên sînordar ên teserûfê û nezelaliyên di pêvajoya dîtina kar de nîşan dan.
Her wiha hat diyarkirin ku pirsgirêkên xanî, kar û dahatê, dişibin meylên aborî yên nav ciwanên welatên din ên cîhanê jî.

.webp&w=3840&q=75)

