Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma "DAIŞê Ez Tenê Hiştim" a ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye hilberîn, di 3 festîvalên navneteweyî yên fîlman de hat naskirin û 2 xelat standin.
Belgefîlma me di Festîvala Fîlman a Cîhanî (Global Film Festival Awards), namzedbûna di Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Falconê (Falcon International Film Festival) û hilbijartina fermî ya di Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a New Yorkê (New York Human Rights Film Festival) de 2 xelat wergirtin.
Du xelat ji bo Rûdawê
Belgefîlma "DAIŞê Ez Tenê Hiştim" di Festîvala Fîlman a Cîhanî (GFFA) de du xelat wergirtin.
Ji aliyê festîvalê ve xelata "Baştirîn Fîlma Dirêj" dan Birêvebirê Belgefîlmê Salar Reza.
Her wiha xelata "Baştirîn Sînematografî" jî dan Herêm Burhan û Alan Mihemed ku wênegirên belgefîlmê ne.
Festîvala Fîlman a Cîhanî ya ku navenda wê li Los Angelesê ye, pêşbaziyeke navneteweyî ye ku ji sala 2017an ve rêzê li sînemaçêkerên serbixwe û hilberînerên warê dîtbarî û bihîstbarî yên li seranserê cîhanê digire.
Çîroka keçikeke 14 salî
Belgefîlm çîroka keçikeke Kurd a 14 salî vedibêje ku ji Silêmaniyê ye û xeyala wê ew e bibe bijîşk.
Dema ku malbata wê ji bo dermankirina dêya wê diçin Tirkiyeyê, geşta wan a ku bi hêviyeke mezin dest pê kiribû, rûbirûyî karesateke mezin dibe.
"DAIŞê Ez Tenê Hiştim" ji perspektîva zarokekê ve çîroka bêgunehî, windakirin û wan şopên kûr ên ku tundî li pey xwe dihêle nîşan dide.
Ev vegotineke kesane û bi bandor e ku nîşan dide nakokî çawa dikarin jiyana mirovan heta hetayê biguherin.
Belgefîlm ji aliyê Salar Reza Seîd ve hatiye derhênan ku rojnamegerekî Kurd e û xwediyê zêdetirî 20 salan tecrube ye.
Salar ji sala 2012an ve di Tora Medyayî ya Rûdawê de dest bi kar kiriye û niha birêvebirê buroya Silêmaniyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
"Em dê mijarên neteweyî bikin cîhanî"
Salar Reza li ser belgefîlmê got: "Wergirtina du xelatên navneteweyî û destnîşankirina berhema Rûdawê wekî baştirîn belgefîlm û baştirîn sînematografî ji bo tîma me şanaziyeke mezin e.
Ev yek me zêdetir han dide ku em di Tora Medyayî ya Rûdawê de wekî her tim mijarên xwe yên neteweyî û qurbaniyan nîşanî cîhanê bidin û wan bikin cîhanî.
Her wiha da ku di hişê welatiyan de bimîne ku ramana tundrewiyê çi karesatan li dû xwe tîne.
Em kêfxweş in ku vê çîrokê sînorên cografî derbas kirine û belavbûna wê berdewam dike û li welatan tê nîşandan."
Ev serkeftin amadehiya Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser dika navneteweyî ya fîlman û pêbendiya wê ya ji bo vegotina çîrokên bibandor ên Kurdistan û herêmê zêdetir nîşan dide.
.webp&w=3840&q=75)


