Hewlêr (Rûdaw) - Şûnwarnas li navçeya Çaldêranê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xebatên xwe didomînin.
Ew ji bo dîtina bermahiyên koşka havînê û wargeha Hulagu Xanê hikumdarê Îlxaniyan lêkolînan dikin.
Armanca wan ew e ku turîzmê bi pêş bixin û herêmê di qada navneteweyî de zêdetir bidin naskirin.
"Ji bo dîroka Wanê girîng e"
Dîroknasê ji Wanê Dr. Ahmet Taşagîl li ser xebatên herêmê axivî û got:
"Hewldanên me li ser hikumdariya serdema Îlxaniyan a li herêmê agahiyên gelekî girîng derdixin holê.
Ev destkeft dê bibe alîkar ku dîroka Wanê baştir were fêmkirin û nasnameya çandî ya parêzgehê xurttir bibe."
Dê bala lêkolîner û geştyaran bikişîne
Ahmet Taşagîl destnîşan kir, eger şûnwarên dîrokî bi awayekî rast û bi rêbazên zanistî werin parastin û danasîn ew der dê bibe navendeke mezin.
Wî diyar kir ku navçeya Çaldêranê û Wan dê bala lêkolîner û geştyarên ku li ser dîroka serdema Îlxaniyan dixebitin bikişîne.
Şûnwarnas her wiha diyar dike ku dîtina vê mîrata dîrokî ya hevpar, ji bo xurtkirina geştyariya çandî ya herêmî û navneteweyî derfeteke zêrîn e.
Hulagu Xan kî ye?
Hulagu Xan neviyê Cengîz Xanê damezirênerê Împaratoriya Mongoliyan e.
Ew di heman demê de damezirênerê Împaratoriya Îlxaniyan bû.
Vê împaratoriyê di navbera salên 1256 û 1335an de, li ser herêmeke berfireh a rojavayê Asyayê desthilatdarî dikir.
Navçeya Çaldêranê ji ber avhewa û xwezaya xwe, ji aliyê hikumdarên Îlxanî ve wekî havîngeh û baregeheke leşkerî hatiye bikaranîn.
Xebatên şûnwarnasiyê yên li vê herêmê, ji bo dîtina cihê koşkê û bermahiyên serdema Îlxaniyan demeke dirêj e didomin.



