Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka Kurdî ya ku li ser platforma Trendyolê pirtûkan difiroşe, ragihand ku rûpela wan a ku 14ê Hezîranê hatibû girtin piştî dan û standinan ducare hatiye vekirin.
Birêvebirîya dikanê eşkere kir ku girtina rûpelê ji ber kêmasiya belgeyekê bûye.
Pêvajoya ku piştî girtina dikana Pirtûka Kurdî ya di nav Trendyolê de dest pê kiribû, bi encameke erênî bi dawî bû.
Trendyol yek ji platformên herî mezin ên firotina serhêl a Tirkiyeyê ye û Pirtûka Kurdî jî di warê weşangeriya dîjîtal a Kurdî de xaleke girîng e.
Sedema girtinê fatureyên derengmayî ne
Birêvebirîya Pirtûka Kurdî li ser sedema girtinê ya ku di nav xelkê de bûbû cihê tatêlê daxuyaniyek da.
Pirtûka Kurdî diyar kir ku pirsgirêk ji ber "hinek fatureyên ku li gorî rêzikên platformê di dema xwe de li pergalê nehatine barkirin" derketiye.
Piştî ku belgeyên pêwîst ji tîma Trendyolê re hatin şandin û lêkolîn bi dawî bûn, dikan di demeke kurt de ducare çalak bû.
"Armanca me ne xerabkirina navê Trendyolê bû"
Di daxuyaniyê de behsa bertekên li ser torên civakî û parvekirinên di wê pêvajoyê de hatine kirin jî hat kirin û wiha hat gotin:
"Me anî zimên ku parvekirinên me yên li ser torên civakî ne bi armanca xerabkirina navê Trendyolê bûn, armanca me tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka me bûn.
Me ji ber nirxandinên cuda yên ku dibe çêbûbin, xemgîniya xwe bi wan re parve kir."
Spasî
Pirtûka Kurdî spasiya wan kes û saziyan kir ku ji bo vekirina dikanê hewl dabû û piştgirî dabû.
Di daxuyaniyê de bi taybetî spasiya parlamenterên DEM Partiyê, Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, nûnerên saziyên civakî û dezgehên ragihandinê hat kirin.
Birêvebirîya dikanê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:
"Em dê wekî her tim ji niha û pê de jî xizmeta herî baş bidin xwendevan û bikirên xwe û em dê xebatên xwe yên çandî û weşangeriyê bi heman biryardariyê bidomînin."



