Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar Faîk Ocal pirtûka xwe ya nû ya Kurdî ya bi navê "Çîrokên Axa Min" çap kir.
Ev pirtûk ji aliyê Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin û edîtoriya wê Îsmaîl Dîndar kiriye. Pirtûk ji 60 kurteçîrokan pêk tê.
Faîk Ocal ji Semsûrê ye û di vê berhemê de xwendevanan dibe herêma xwe.
Di çîrokan de çanda Semsûrê, jiyana eşîra Kosan, xwezaya Çiyayê Spî, kevneşopî, folklor û bîranînên herêmê cih digirin.
Di çîrokên "Xweziyên Çiyayê Spî", "Rêwiyê Çiyayê Spî" û "Hevalê Çiyayê Spî" de Çiyayê Spî derdikeve pêş.
Her wiha çîrokên "Giloka Ferêt", "Pîj", "Kirkît" û "Teşirêse" çand û mîrata Semsûrê nîşan didin.
Ocal tiştên ku li deşta Semsûrê û li Çiyayê Spî dîtine û jiyane, di forma kurteçîrokan de vegotine.
Di her çîrokê de bîranîn, hest û êşeke mirovî heye. Taybetiyeke din jî ev e ku hemû çîrok li gorî devoka Kurmanciya Semsûrê hatine nivîsandin.
Pirtûkên Kurdî yên Faîk Ocal ev in:
101 Romanên Kurdî (Cilda 1, 2022)
101 Romanên Kurdî (Cilda 2, 2024)
101 Çîrokên Kurdî (2024)
Asmîn (2025)
4 Başar 45 Çîrok (2026)
Çîrokên Axa Min (2026)



