Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakuya paytexta Azerbeycanê, ciwanên Kurd ji bo parastin û teşwîqkirina ziman, çand û hunera Kurdî tevgereke nû ava kir.
Ciwanên Kurd ên Azerbeycanê îro bi navê Koma Însiyatîfa "Dest"ê rêxistineke çandî damezirand.
Li gorî agahiyên ku Îbrahîm Aliyevê ji Navenda Medyaya Kurdî ya Azerbeycanê dane, kom dixwaze navendeke ramanê ava bike.
Ew dê li vê navendê li ser ziman, çand û hunera Kurdî bixebitin.

Armanc komkirina ciwanên rewşenbîr e
Di vê çarçoveyê de, komkirina ciwanên rewşenbîr ên Kurd li ser platformeke hevpar û amadekirina projeyên li ser çand û hunerê di nav armancên sereke de ne.
Her wiha tê armanckirin ku xwendina bi Kurdî di nav endamên komê de bi pêş bikeve.
Lêkolînên li ser zimanê Kurdî û piştgirîdana xebatên çandî jî ji armancên Koma Destê ne.
Dê ji nîqaşên siyasî dûr bin
Komê diyar kir ku ew dê ne wekî tevgereke siyasî, wekî însiyatîfeke çandî bixebitin.
Wan destnîşan kir ku ew dixwazin li derveyî nîqaşên siyasî bibin rêxistineke çandî ya serbixwe.
Sedema ku navê "Dest"ê li vê însiyatîfê hatiye kirin jî hat eşkerekirin.

Komê anî zimên ku ev nav nîşaneya destdana hev û yekîtiya endaman e ku dê ji bo armancên hevpar bi hev re tevbigerin.
Koma Însiyatîfa Destê eşkere kir ku ew ji bo hevkariya bi sazî û dezgehên çand û hunerê yên li Azerbeycanê re vekirî ne.
Her wiha komê da zanîn ku kes û saziyên ku dixwazin piştgiriya madî bidin xebatên wan, dikarin pêwendiyê bi wan re deynin.



.jpg&w=3840&q=75)
