Almata (Rûdaw) - Di Konferansa "Ziman, Wêje û Dîroka Kurdan" ya li Almatayê de ji bo nasandina pirtûka dîroknas Letîf Brûkî rûniştineke taybet hat veqetandin û li ser pirtûkê gengeşiyeke germ hat kirin.
Ev pirtûk piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, yekemîn pirtûka li ser dîroka Kurdan û Kurdistanê ye ku bi zimanê Rûsî hatiye çapkirin.
Dîroknas û nivîskarê pirtûka "Dîroka Kurdan" Letîf Memed Brûkî li ser naveroka xebata xwe got:
"Pirtûk bi bingehîn bi sîstematîzekirina çavkaniyên kevnar, dîroknasî, etnografî, navên erdnîgarî û çanda gel ve girêdayî ye.
Niha guhertoya wê ya Kurdî amade dikim. Ez hewl didim heta meha îlonê temam bikim û bidim çapê."
"Tehrîfên li ser dîroka Kurdan"
Zanayên Kurd amaje dikin ku tehrîfkirin û pêşdaraziya li hemberî dîroka Kurdan tenê bi dîroknivîsên dewletên cîran ve sînordar nîne.
Rûsya û Yekîtiya Sovyetê her çend wekî navendeke girîng a Kurdolojiyê tên naskirin jî lêkolerên wan jî dîroka Kurdan herî dûr bi serdema navîn ve sînordar hiştiye.
“Ewladê gelê Kurd nivîsiye”
Profesorê Zanîngeha Pêwendiyên Navneteweyî ya Qazaxistanê Hesenê Evdoyê Elî li ser girîngiya pirtûkê anî zimên:
"Heta niha bi giranî dîroka Kurdan nûnerên gelên din nivîsîne. Lê ev pirtûk, ji aliyê ewladê gelê Kurd ve hatiye nivîsîn.
Pirtûkeke ansîklopedîk e. Ez hêvîdar im ku di her mala Kurdan de ev pirtûk ji bo nifşê nû hebe."
“Bila êdî derewan nekin”
Karsazê bi navê Xano Tîtal jî daxuyand ku ev pirtûk bersiveke li dijî angaştên ne rast e û got:
"Miletên din li ser Kurdan çi derew kiribin, li hemberî miletê me durûtî kiribin, Birayê Letîf ev hemû tişt bi îsbat û delîlan gihandine wê astê ku em karibin ji miletên din re îsbat bikin. Bila êdî derewan nekin, dîroka me ev e."
Li Almatayê ducare hat çapkirin
Pirtûka Letîf Memed Brûkî ya bi navê "Kurd-Destpêka Rêwitiya Dîrokî" sala 2025an li Rûsyayê hatibû çapkirin.
Lê belê diyasporaya Kurdên Qazaxistanê heman pirtûk îsal li Almatayê li ser hesabê xwe da weşandin.
Endamê birêvebiriya Komeleya Kurdên Qazaxistanê (Berbang) Mecîdê Xwedêda li ser sedema vê biryarê got:
"Anîna pirtûkan a ji Rûsyayê gelekî zehmet e. Me jî di Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê ya Berbangê de biryar da ku em li vir cara duyem, ducare çap bikin."
Pirtûka ku 40 salî hat amadekirin
Letîf Brûkî li Ermenistanê ji dayîk bûye û efserê malnişîn ê Artêşa Sovyetê ye. Ew xwedî û birêvebirê malpera “www.kurdist.ru” ye ku 25 sal in tê de bi sedan gotar bi zimanê Rûsî li ser dîroka Kurd û Kurdistanê tên belavkirin.
Letîf Brûkî 40 salên jiyana xwe ji bo nivîsandina vê pirtûkê terxan kiriye. Pirtûk ji 900 rûpelî zêdetir e.

.jpg&w=3840&q=75)

