Hewlêr (Rûdaw) - Xelk rojane bi tonan paşmahiyên çixareyê û boçikan davêje lê belê bi saya fikra ciwanekî Slovakyayî, êdî ev paşmahî di çêkirina rêyan de tên bikaranîn.
Di vê çarçoveyê de, li herêma Rimavska Sobotayê zêdetirî kîlometreyek rê bi vê pêkhateya nû hat çêkirin.
Her çend di nihêrîna ewil de di asfaltê de ti cudahî neyê dîtin jî, tê çaverêkirin ku encamên wê baştir bin. Tevlîhevkirina paşmahiyên çixareyê ya bi asfaltê re, rêyan xurttir dike.
Damezirîner û birêvebirê şirketa Renesoyê Hugo Repan li ser vê nûjeniyê got:
“Ev asfalt e û di bingeh de paşmahiyên çixareyê di nav de ne.
Her çend bi ti awayî neyên dîtin jî, taybetmendiyên tevlîheviya asfaltê baştir dikin.
Em tenê asfaltê ji bo jîngehê guncavtir nakin, ev di heman demê de alîkar in ku rê li ber çêbûna çalan were girtin.”
Ew paşmayên çixareyê yên ku berê diçûn sergoyan an jî dihatin şewitandin, niha berê tên hişkkirin û paşê tên hûrkirin.
Berhema dawî dibe wekî hebikên ku ji paşmahiyên çixareyê hatine veguherandin û ev hebik tev li asfaltê dibin.
Heta niha li Slovakyayê di nêzîkî 7 projeyên taybet de ev cure tevlîhevî hatiye bikaranîn.
Li herêma Banska Bystricayê cara yekem e ku rêyeke bi vî awayî tê çêkirin û ev rê li herêmeke dûr a gund e û bi piranî barhilgir bi kar tînin.
Şaredara Rovneyê Jaroslava Diurovi diyar kir ku darên hemû daristanên derdorê bi vê rêyê tên veguhastin, loma barê li ser rêyê gelekî giran e.
Ji bo çêkirina vê beşa rêyê, nêzîkî milyonek û 600 hezar boçikên çixareyê hatin bikaranîn.
Şirketê heta niha nêzîkî 90 tonî paşmahiyên çixareyê û tûtinê kom kirine.
Şirket her wiha xizmeta komkirin û veguhastinê jî pêşkêş dike ku şaredarî û şirketên din dikarin ji bo vê yekê pêwendiyê pê re deynin.


.jpg&w=3840&q=75)
