Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Çand û Xwezaya Goyan (GOYÎ-DER) a li navçeya Qilabana Şirnexê bi çalakiyên xwe yên çand, huner û xwezayê tê naskirin. Komeleyê vê carê li ser dîroka herêma Goyan paneleke taybet saz kir.
Di panelê de gelek rûspî û kesayetên navçeyê amade bûn û wan behsa serpêhatî û dîroka Goyiyan kir.
Civata rûspiyan û dîroka devkî
Folklorîst, lêkoler û endamê GOYÎ-DERê Seydayê Goyan li ser armanca panelê daxuyanî da û got:
"Mebesta Komeleya Çand û Xwezaya Goyan a ji vexwendina van rûspiyan ew bû ku em zanibin folklora devkî di nav gel de çawa hatiye gotin.
Me xwest em dîroka Geliyê Goyan, pêwendiyên nav gundan û tiştên ku qewimîne û bi devkî hatine veguhastin nîqaş bikin.
Armanca me ew e ku em van tiştan bi nifşên nû bidin naskirin û wan agahdar bikin."
Belavbûna eşîra Goyan a li her du parçeyan
Eşîra Goyan li Bakurê Kurdistanê bi piranî li gundên navçeya Qilabana Şirnexê û beşeke wan jî li parêzgehên Sêrt, Colemêrg û Wanê niştecih in.
Lê belê rêjeyeke diyar a vê eşîrê li bajarên Zaxo, Dihok, Mûsil, Hewlêr û Mexmûrê yên Başûrê Kurdistanê bi cih bûne. Ji ber wê yekê jî ji bo panelê hinek kesayetên ji Başûrê Kurdistanê jî hatibûn vexwendin.
Paşeroja dîroka Goyan tê parastin
Parêzer û Serokê Komeleya GOYÎ-DERê Serhat Yildiz destnîşan kir ku wan xwestiye dîroka herêmî zindî bikin û anî zimên:
“Armanca me ya bi vê civatê ew bû ku em dîroka herêmî bidin zindîkirin. Hûn jî dizanin em Kurd gelekî dereng derbasî nivîsandinê bûne.
Berî wê demê dîroka me û pêwendiyên me yên bi derdorê re hemû bi devkî bûn.
Me bi vê mebestê mamê xwe Hecî Aqûfê ku çend sal in li Başûrê Kurdistanê dijî vexwend.
Wî jî em neşikandin û hat, em ji bo beşdarbûna wî spas dikin. Me dîroka xwe ya devkî careke din anî zimên û me kir arşîv.”
Di panelê de dengbêjan jî çendîn kilam û bêrîtên taybet ên li ser dîroka herêma Goyan gotin.
Vîdeo û dîmenên vê civatê hatin tomarkirin. Ev dîmen dê li ser kanala Youtubeyê ya komeleyê werin weşandin da ku wekî belge ji bo paşerojê û nifşên nû bimînin.


