Silêmanî (Rûdaw) - Mala Kal û Pîran a Silêmaniyê 100 saliya Eyşe Xanê pîroz kir.
Eyşe Xanê ev salek e li Mala Kal û Pîran a Silêmaniyê dijî û niha kesa herî mezin a wê malê ye.
Pîrozbahiya 100 saliya Eyşe Xanê bi beşdariya şêniyên Mala Nûciwanan, Mala Kal û Pîran û karmendên malê hat sazkirin.
Eyşe Xan bi eslê xwe ji Kerkûkê ye û ev salek e li Silêmaniyê dimîne.
Eyşe Xanê bi rûyekî geş û bi ken hestên xwe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotin:
"Xwedê bike em her sal bi vî awayî bi şahî û bextewerî werin ba hev.
Berê min nizanibû ez çend salî me lê niha kî bipirse ez dibêjim 100 salî me."
Tevî ku nîşanên emrê mezin bandor li bîranînên wê kiriye û êdî nikare bimeşe jî, karmendên malê wekî kur û keçên wê şev û roj xizmeta wê dikin.
"Karmend wekî zarokên wê ne"
Birêvebirê Çavdêriya Civakî ya Silêmaniyê Ziyar Celal li ser rewşa Eyşe Xanê ji Rûdawê re ragihand:
"Ji aliyê tenduristiyê ve rewşa wê ne gelekî baş e û çavdêrên me her tim li ser serê wê ne.
Ew jineke gelekî bihurmet û devliken e."
Eyşe Xan dema xwe li baxçeyê malê û bi xwedîkirina mirîşkan derbas dike.
Ew bi wan çend peyvên ku di bîra wê de mane, hevalên xwe yên li malê li dora xwe kom dike û bûye sedema dilxweşiya wan.
Yek ji hevalên Eyşe Xanê yên li malê kêfxweşiya xwe anî ziman û got:
"Xwedê pîroz bike û emrê wê dirêj bike.
Ev der mala me ye, em her sibeh bi dilxweşî radibin û xizmeta xwe dikin."
Li Mala Kal û Pîran a Silêmaniyê 60 kes dimînin ku 15 ji wan jin û 45 jî mêr in.
Ji wê hejmarê 30 kes ji ber seqetiyê hewceyî çavdêriyeke hûr û berdewam in.
Emrê şêniyên malê di navbera 60 û 100 salî de ye û Eyşe Xan niha "dayîka mezin" û kesa herî mezin a malê ye.


