Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê navdar Ahmet Telliyê ku ev demeke tedawî didît mir.
Ahmet Tellî ji meha nîsanê ve li Nexweşxaneya Bîlkentê ya Enqereyê tedawî didît û 8ê Tîrmehê hatibû entubekirin.
Nûçeya mirina Ahmet Tellî ji aliyê Federasyona 78an a Şoreşger û Komeleya Zanist Huner û Wêjeyê ve li ser hesabên wan ên medyaya civakî hat ragihandin.
Federasyona 78an a Şoreşger berî niha ragihandibû ku dermankirina Ahmet Tellî gihîştiye qonaxeke nû û ew hatiye entubekirin.
Ahmet Tellî kî ye?
Mamoste, nivîskar û helbestvan Ahmet Tellî 2yê Kanûna Pêşîna 1946an li navçeya Eskîpazarê ya Çankiriyê ji dayîk bû.
Wî li dibistanên mamosteyan ên Hasanoglan, Qeyserî û Pinarbaşiyê perwerde dît.
Piştî dibistana mamosteyan, wî çar salan mamostetiya dibistana seretayî kir.
Paşê Enstîtuya Perwerdeyê ya Gaziyê qedand û li Kastamonu, Înebolu, Kirikkale û Lîseya Ataturkê ya Enqereyê mamostetiya zimanê Tirkî û Wêjeyê kir.
Girtin û xebatên wêjeyî
Sala 1981ê dema ku li Enstîtuya Perwerdeyê ya Gaziyê mamoste bû, ji aliyê birêvebiriya leşkerî ve hat girtin û di heman salê de hat berdan.
Ji ber nivîseke xwe ya li ser helbestên Cegerxwîn demekê hat cezakirin.
Wî di gelek weşanxaneyan de edîtor û birêvebirî kir û sala 1993yan bi biryara dadgehê vegeriya karê mamostetiyê û paşê malnişîn bû.
Helbesta wî ya yekem sala 1961ê hat weşandin. Sala 1972yan ji ber nivîseke xwe ya li ser romana "Kerkenez" a Cengîz Tuncer, Xelata Rexneyê ya Kovara Varlikê wergirt.
Ahmet Tellî piştî sala 1979an dest bi weşandina pirtûkên xwe kir.
Her wiha wî sala 2011an ji bo pirtûka xwe ya bi navê "Nîda" Xelata Helbestê ya Pirteqala Zêrîn a Deryaya Spî wergirt.



