Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Şermolayê ya wêjeyî, çandî, demsalî û serbixwe, bi hejmara xwe ya 28an careke din deriyê xwe ji xwendevanên wêjeya Kurdî re vedike.
Şermolayê di vê hejmarê de cihekî taybet ji bo bîranîna helbestvanê nûjen û dengê resen ê helbesta Kurdî Ehmed Huseynî veqetandiye.
Dosyeyeke taybet ji bo "Şêxê Helbestê"
Kovara Şermolayê ku bi zimanên Kurdî û Erebî tê çapkirin, di hejmara xwe ya herî nû de bi sernavê "Ehmed Huseynî; Di Rêçeya Helbesta Kurdî ya Hemdem de Pêşengî û Nûjenî" dosyeyeke dewlemend pêşkêşî xwendevanan dike.
Desteya sernivîskariyê di pêşgotina kovarê de bi hestên kûr behsa windahiya mezin a helbestvên dike û dibêje:
"Ehmed Huseynî ne tenê helbestvanek bû ku peyvan li hev bîne, ew dengek bû ku wijdanê helbestê tîna ziman."
Di vê dosyayê de, hejmareke mezin a nivîskar, lêkoler û hevalên rêya helbestvan Ehmed Huseynî, bi nivîsên xwe yên bîranînî û şîrovekarî ronahiyê dixin ser kûrahiya felsefî, estetîk û helwesta wî ya neteweyî.
Naverokeke pirreng
Ji bilî dosyeya taybet a li ser Ehmed Huseynî, kovarê di beşa Kurdî de cih daye berhemên cihêreng. Nivîsên bîranînî: Nivîskarên wekî Konê Reş, Seîd Yûsif, Rênas Jiyan, Menal Huseynî, Zagros Haco, Rizoyê Xerzî, Kamran Simo Hidilî, Kadir Çelik, Nêrgiz Ismayîl û Elîxan Loran, bi nêrînên xwe yên curbicur aliyên cuda yên kesayetiya helbestvan Ehmed Huseynî ronî dikin.
Diyar Bohtî li ser helbesta Melayê Cizîrî ya "Ey Nesîmê Seherê" sekiniye, her wiha Hozan Nûser di lêkolîneke zimanî de rastiya têgînên "Peyva Reqsê" û "Govenda Reqsê" şîrove kirine.
Di beşa çîrokê de Cîger Efrîn bi çîroka "Di Guhên..." û Ciwan Ebdal bi "Ser û Ber" cih girtine. Her wiha Hozanê Girkundê û Kemal Necim bi helbestên xwe hilmek dane hejmarê.
Huner û Estetîk
Kovara Şermolayê tenê bi nivîsan nemaye, di vê hejmarê de tabloyên hunerî yên hunermendên wekî Emîn Ebdo, Hêvîn Ebdo, Pêrla Şêx Mûsa û Ebdela Ebdo, reng û dengekî cuda dane rûpelan.
Hejmara 28an a Şermolayê, bi giştî ji 158 rûpelan pêk tê û her du beşên Kurdî û Erebî li xwe digire.
Desteya weşanê bi vê hejmarê careke din peyama xwe ya domandina çanda Kurdî û parastina mîrata rewşenbîran ducare dike.
Xwendevanên ku dixwazin di cîhana peyv û wêneya Ehmed Huseynî de rêwîtiyekê bikin, dikarin vê hejmara taybet peyda bikin.



