Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Ramînayê bi hevkariya Ajansa Kelîmatê ya Siûdî wergera Kurdî (Kurmancî) ya romana Jêrderyavanên Ehqafan a romannivîsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand.
Romana Jêrderyavanên Ehqafan a Emel Elfaran di sala 2016an de ji aliyê Weşanxaneya Cedawilê ve hate çapkirin.
Roman navê xwe ji Ehqafan werdigire. Ehqaf herêmeke dîrokî ye û navê wê girêdayî başûrê Girava Ereban e.
Roman cîhana xwe ya çîrokî li ser bingeha jîngeheke herêmî ya bi hûrgiliyan dewlemend ava dike.
Çîrok sirûşa xwe ji bîrdanka dîrokî werdigire û wê bi rêya karakterên xeyalî û bûyerên romanî ji nû ve saz dike.
Li ser wergera romanê, wergêrê Kurd Yasîn Hisên ji Rûdawê re axivî û got:
"Gava ku min dest bi wergerandina vê romanê kir, min ne tenê peyv ji zimanekî ji bo zimanekî din guhestin, belê min ruhê Ehqafan di zimanê Kurdî de ji nû ve ava kir.
Wergerandina berhemeke wisa ku tije ye bi termên herêmî yên jiyana Necdê, keda deryavaniyê û tirsên metafîzîkî, karekî pir dijwar û pîşeyî ye."
"Ev roman yek ji stûnên modernîteya Erebî ye"
Yasîn Hisên derbarê naveroka romanê radigihand, "Romana nivîskara binavûdeng a Emel Elfaranê, Jêderyavanên Ehqafan, ne tenê berhemeke vegotinê ye ku çîroka herêma Necdê û jiyana çolterê vedibêje; ew bêtir dişibe tabloyeke surrealîst ku bi wêneyên êş û hêviyên mirovî hatiye neqişandin.
Elfaran di vê berhemê de, me dibe kûrahiya mêrga Eqîqê, cihê ku qûm û derya dibin du sînorên qedera mirovî.
Ev roman, wekî yek ji stûnên modernîteyê di romana Erebî ya nûjen de tê qebûlkirin, ji ber ku wê karîbûye mîtolojiya gelêrî bi realîzma efsûnî re bîne cem hev."
Yasîn diyar dike ku yek ji taybetmendiyên herî herifîner di romanê de, derketina mêran e ji bo deryayê û ev koçberiya ji "Qûmê" ber bi "Xwê" ve, têkoşînek e ji bo jiyanê.
Wergêrê Kurd qala zehmetiyên ku di wergera berhemê de rastî wan hatiye dike û dibêje:
"Di vê rêwîtiyê de, ez bi du dijwariyan re rû bi rû bûm: Termînolojiya Hawirdorê: Navên daran (wekî Selm, Sîwan, Wers), hûrgiliyên xaniyên heriyê û cureyên xurmeyan di zimanê Erebî yê herêmî de pir dewlemend in.
Min bi lêkolîneke kûr, karîbû hevwate û gotinên wan di Kurdiya resen de bibînim an jî bi şêwazeke ku ruhê tekstê xirab neke, wan bi cih bikim."
wergêrê romanê li ser dijwariya din a rêwîtiya wergerê dibêje:
"Veguhastina Atmosferê: Realîzma efsûnî ya Emel Elfaranê xwe dispêre muzîka hundirîn a hevokan.
Min karîbû wê 'hêminî û hêdîbûna' vegotinê biparêzim, ku xwendevanê Kurd dema romanê bixwîne, hest bike ku ew bi xwe di nava wê mêrga tozgirtî de dimeşe."
"Wergera Ehqafan gaveke girîng e"
Yasîn Hisên dabaşa giringiya wergerandina vê romanê dike û axaftina xwe wiha diqedîne:
"Wergera Jêderyavanên Ehqafan gaveke girîng e di pira çandî ya di navbera wêjeya Erebî (bi taybetî ya Siûdî) û wêjeya Kurdî de.
Ev roman nîşan dide ku êşên mirovî, tirsên ji cinan û xebata ji bo debara jiyanê, gerdûnî ne.
Jêderyavanên Ehqafan vexwendinek e bo cîhaneke ku tê de mirov, xweza û efsane di nava hev de dihelin.
Her wiha yek e ji wan berhemên ku divê di her pirtûkxaneyekê de hebe."
Emel Elfaran yek ji wan dengên wêjeyî yên Siûdî ye ku di navbera çîrok û romanê de xebitiye.
Wê berê Xelata Şarceyê ji bo Afirîneriya Erebî bi romana xwe "Rûha Wê ya Xalxalkirî" wergirtiye.
Emelê her weha bi berhemên xwe yên wêjeyî û beşdarbûna xwe ya çandî hebûna xwe di jiyana çandî ya Siûdî de domandiye.
Yasîn Hisên kî ye?
Yasîn Hisên sala 1969an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
Ji salên 1990î ve dest bi nivîsîna bi zimanê Kurdî û Erebî kiriye û nivîsên xwe di rojnameyên Kurdî û Erebî û malperên înternetê de li Sûriyeyê û derveyî wê weşandine.
Ji sala 2005an ve koçî Herêma Kurdistanê kiriye, li wir pîşeya ragihandinê kiriye û di gelek televîzyon û radyoyan de kar kiriye.
Yasîn heta niha dor 40 berhemî wergerandiye, wekî: Romana "El-Selc" (Berf) a romannivîsê Fransî Maxence Fermine, ji Erebî wergerandiye Kurdî, 2001. "El-Xerab" (Wêranemal), roman, Ebdilqadir Seîd, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Xitût û Zîlal, Urdun, 2017. "Helebce û Bêhna Sêvan", Ebdilqadir Seîd, ji Kurdî wergerandiye Erebî, Weşanên Ramîna- London, 2024.



