Hewlêr (Rûdaw) - Sultan Tezelê strana xwe ya nû ya bi navê "Kezî" li ser hesabê xwe yê YouTubeyê parve kir.
Sultan Tezel ji parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Wê destpêka xebatên xwe yên muzîkê li Êlihê li gel komeke muzîkê kir.
Sultan Tezel niha li welatê Awisturyayê dijî û li wir xebatên xwe yên hunerî didomîne.
Tezelê sala 2024an bi strana xwe ya bi navê "Ez ji min" dest bi muzîka solo kir.
Wê ev berhema xwe ji bo Jîna Emîniyê nivîsandibû ku aranjoriya wê ji aliyê Siyabend Arslan ve hatibû kirin.
Piştî vê stranê, wê bi berhema "Stran" û niha jî bi "Kezî" rêwîtiya xwe ya hunerî berdewam kir.
Hunermend Sultan Tezel ji bilî muzîkê li ser dîroka jinên dengbêj jî lêkolînan dike.
Wê xebateke li ser jiyana 4 jinên dengbêj ên navdar Eyşe Şan, Meryem Xan, Zadîna Şakir û Sûsika Simoyê amade kiriye.
Tê çaverêkirin ku ev xebata wê di demeke nêzîk de were çapkirin.


