Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê pêşbaziya hespan hat lidarxistin.
Siwar ji bo ku di pêşbaziyê de bi ser bikevin hespên xwe bi lez dibezînin.
32 siwarên ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê beşdarî wê pêşbaziyê bûn ku li gundê Toxliyanê yê Kanîreşê hat kirin.
"Miletê me eleqeyeke zêde nîşan da"
Birêvebirê Medya û Pêwendiyên Gel ê Şaredariya Kanîreşê Metîn Bîngol li ser pêşbaziyê daxuyanî da û got:
"Miletê me salên dirêj e vê pêşbaziyê dike. Berî 30, 40, 50 û 60 salî ev pêşbazî her meh dihatin kirin. Miletê me eleqeyeke pir nîşan da."
Şaredariya Kanîreşê ew kesên ku di pêşbaziyê de bi ser ketin bi zêran xelat kirin.
"Rojeke gelekî xweş bû"
Hespsiwarê bi navê Mehmet Şahîn diyar kir ku ew ji bo vê pêşbaziyê ji Xarpêtê hatiye û anî zimên:
"Ez îro di du beşan de bi ser ketim. Di yekê de bûm yekem û di pêşbaziya din de jî bûm sêyem.
Ez ji Xarpêtê bi ap û pismamê xwe re hatim. Rojeke gelekî xweş bû."
Li gundê Toxliyanê salane du caran wekî kevneşopiyekê cirîda hespan tê sazkirin.
Tê çaverêkirin ku cirîda mezin a Toxliyanê bi beşdariyeke zêdetir meha Çiriya Pêşîn a 2026an were kirin.


.jpg&w=3840&q=75)