Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêjê Kurd Kenan Can îsal jî li Parîsa paytexta Fransayê beşdarî Festîvala Muzîkê (Fête de la Musique) bû.
Kenan Can ji Rûdawê re ragihand ku ew li ser vexwendina xwaringeha Kurdan a bi navê “Mala Bavo” beşdarî festîvala 21ê Hezîranê bûye.
Kenan Can diyar kir ku ev cara sêyem e ew beşdarî vê festîvalê dibe û stranên Kurdî pêşkêş dike.
Li kolanên Parîsê govenda milanê
Kenan Can bi eslê xwe ji parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ye û li Parîsê dijî.
Wî dîmenên festîvalê li ser medyaya civakî belav kirin.
Di dîmenan de tê dîtin ku li ber xwaringeha “Mala Bavo” Kurd û biyanî bi hev re li ber stranên Kenan Can govenda milanê û govendên din ên Kurdan digerînin.
Kenan Can li ser atmosfera festîvalê got:
“Bi rastî rewş gelekî xweş bû. Mirovên ji her miletî hatibûn. Her çend me zehmetî jî kişandin, encam gelekî serkeftî bû.”
Festîvala Muzîkê (Fête de la Musique) çi ye?
Festîvala Muzîkê her sal 21ê Hezîranê tê lidarxistin.
Ev festîval cara yekem sala 1982yan li Parîsê bi biryara Wezîrê Çandê yê wê demê Jack Lang dest pê kir.
Armanca festîvalê ew e ku muzîk di nava xelkê de belav bibe û her kes li kolan û parkan hunera xwe pêşkêş bike.
Ev festîvala ku ji Parîsê dest pê kir, îro li cîhanê li zêdetirî hezar bajarî tê pîrozkirin.
Tenê li Almanyayê li 80 bajarî ahengên mezin tên lidarxistin.
Di vê rojê de hemû konser belaş in û hunermend bêyî ku pereyan wergirin derdikevin ser dikê.


.jpg&w=3840&q=75)
