Hewlêr (Rûdaw) - "Rojên Edebiyat û Pirtûkan a Tuşbayê" ya ku bi pêşengiya Şaredariya Tuşbayê û bi hevkariya Kurdîwar û Yew-Kurdê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de jî gelek hezkirên pirtûkan civandin.
Di çarçoveya vê çalakiya ku cara yekem tê lidarxistin de, standên pirtûkan, rojên îmzeyê, panel û xwendinên helbestan hatin lidarxistin.
Di roja duyemîn de gelek kes çûn cem standên pirtûkan û wan derfeta ku bi nivîskaran re bicivin û pirtûkên xwe îmze bikin bi dest xist.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevserokên Şaredariya Tuşbayê Hanim Akkoş û Umît Keser û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.
Di çalakiyê de du panel hatin lidarxistin. Di panela bi sernavê "Cihê Wanê di Edebiyatê de" ku bi moderatoriya Kezîban Çelebiyê hat lidarxistin de, nivîskar Mahmud Çelebî, Mutullah Dag û Salih Serhedî axivîn.
Pişt re di panela "Edebiyat û Şoreş" de ku bi moderatoriya Muzeyyen Turanê hat lidarxistin de, nivîskar Nîzameddîn Ozturk û Nîzam Karaagar bi beşdaran re civiyan.
Di çalakiya dawî ya rojê de jî Mizgîn Ronak û Kristîn Ozbeyê helbest xwendin.
Rêxistinkaran ragihand ku "Rojên Edebiyat û Pirtûkan a Tuşbayê" dê sibê jî bi çalakiyên cihêreng ên çandî û wêjeyî bidome.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)