Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Rêvo Îskan, klîpeke nû ya bi navê "Kî ne em?" belav kir.
Ev berhem bi şêwazekî nûjen û bi tevlîkirina hunera cîhanî û nasnameya neteweyî hatiye amadekirin.
Taybetmendiya herî balkêş a vê berhemê ew e ku awaza wê ji strana efsanewî ya koma Brîtanî Queenê ya bi navê "We Will Rock You"yê hatiye girtin.
Helbestvan Şivan Temo gotinên stranê nivîsandine.
Gotinên stranê bi kûrahî balê dikişînin ser dîrok, rûmet û nasnameya gelê Kurd.
Cilên resen ên Kurdan
Hunera Rêvo Îskan tenê bi muzîkê sînordar nemaye, di klîpê de kincên Kurdan mîna tabloyeke hunerî hatine nexşandin.
Rêvo Îskan bi cilên biheybet ên şervanan û bi kincên resen ên Hewramanê derdikeve pêşberî kamerayê.
Ev yek jî nîşana girêdana wî ya bi ax û dîrokê re ye.
Di klîpê de lîstikvan bi cilên Kurdan ên rengîn balê dikişînin.
Bi taybetî kincên lîstikvanekê ku bi rengên Alaya Kurdistanê ne, ruhê neteweyî di dilê bîneran de geş dikin.
Ev berhem ne tenê stranek e, di heman demê de bangeke nûjen e ku dibêje, "Em li vir in û bi çand û hunera xwe her hene!"
Karên tomarkirin, belavkirina deng, muzîk û klavyeyê li Studio Derwîş (Bavê Pêl) hatine kirin.
Her wiha karên Mix & Mastering, saz û amadehiyên din jî li Studio Mîlad Omerî hatine kirin.
Derhêner Ahmed Daskesen klîpa stranê kişandiye.
Di klîpê de hinek lîstikvan û navên wekî Alçî Mihemed, Pêlan Mihemed, Cîndar Kano, Keça Pêşmerge, Rawan Îskan, Sîlîna Elî û Sîpo.7 cih digirin.
Dîmenên klîpê li Massaya Locationê hatine girtin û cilên lîstikvanan jî ji aliyê Can Modeyê ve hatine amadekirin.
Di kamerayê de jî Ahmed Daskesen û Şadî Tamer cih girtine.
.jpg&w=3840&q=75)

