New York (Rûdaw) - Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jerome Bonnafont li ser mafên pêkhateyên Sûriyeyê ji Rûdawê re got, "Ziman nasname ye û divê rêz li mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bê girtin."
Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonnafont ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Bonnafont li ser bipêşketinên li Sûriyeyê got, "Li gorî me, divê desthilatdarên nû yên Sûriyeyê niha bi rêya guftûgo û dan û standinan, bi rêyên aştîxwazane û demokratîk tevbigerin."
Bonnafont destnîşan kir ku divê pêwendiyeke nû di navbera dewleta Sûriyeyê û welatiyên wê de were avakirin û pê de çû, "Ev komên civakê Kurd, Elewî, Xiristiyan û Durzî ne. Divê rêz li mafên hemwelatîbûnê yên van hemû pêkhateyan bê girtin."
Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî li ser pirsa zimanê dayîkê jî diyar kir, "Ziman yek ji pêkhateyên herî girîng ên nasnameya her civakekê ye."
Pirsa Rûdawê û bersiva Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jerome Bonnafont.
Deqa pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdula û bersivên Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonnafont:
Rûdaw: Ez Namo Ebdula me ji Tora Medyayî ya Rûdawê. Pirseke min a li ser Sûriyeyê heye. Hûn bi zimanê xwe yê dayîkê bi me re diaxivin. Kurdên Sûriyeyê jî dixwazin zarokên wan fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin. Ev du roj in xwenîşandanan dikin. Ji ber ku Şam hewl dide wî sîstemê xwendina Kurdî hilweşîne ku zêdetirî 10 salan e kar pê tê kirin. Zimanê Kurdî ji zimanê perwerdeyê tê guhertin da ku zimanê Îngilîzî yan jî zimanekî din ê biyanî bê xwendin. Gelo xwendina bi zimanê dayîkê daxwazeke zêde ye ku Kurd dikin? Helwesta Fransayê ya li ser vê mijarê çi ye?
Jerome Bonnafont: Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî mehane li ser Sûriyeyê dicive û vê mehê jî civînek heye. Em her tim çend tiştan dibêjin û bi hûrgilî li ser çend pirsgirêkan disekinin. Ev jî li ser bingeha wan raporan e ku Neteweyên Yekbûyî pêşkêşî me dike.
Hûn dizanin ku niha li qadê amadebûneke mezin a Neteweyên Yekbûyî heye. Ev yek jî dikare brîfîngeke gelekî berfireh bide me. Yek ji mijarên sereke yên ku di navenda guftûgoyên me de ye, lihevkirina niştimanî ye.
Mijareke din jî avakirina Sûriyeyeke bi çarçoveyeke nû ya saziyan e. Di vê çarçoveyê de divê rêz li mafên hemwelatiyên ser bi hemû pêkhateyan ve bê girtin.
Ji ber vê yekê, li gorî me ya ku divê desthilatdarên nû yên Sûriyeyê niha bikin diyar e. Divê ew bi rêya guftûgo û dan û standinan, bi rêyên aştîxwazane û demokratîk, pêwendiyê di navbera dewleta Sûriyeyê û komên cuda de ava bikin.
Ev kom Kurd, Elewî, Xiristiyan û Durzî ne. Divê rêz li mafên hemwelatîbûnê yên van hemû pêkhateyan bê girtin.
Di vê çarçoveyê de em li ser pirsa tevlîbûna Kurdan a li Sûriyeyê dikolin ku niha ji nû ve tê avakirin. We pirsa ziman anî rojevê. Ziman yek ji pêkhateyên herî girîng ên nasnameya her civakekê ye.
Hûn dikarin behsa tevlîkirin an jî fesixkirina HSDyê û veguhastina wan a nav artêşa Sûriyeyê bikin.
Em wisa difikirin ku îhtimala rêyekê heye. Di vê rêyê de Sûriye dê bi awayekî bingehîn ji ya heta niha kiriye cudatir miameleyê bi welatiyên xwe re bike. Ev yek jî dê pêvajoya avadankirinê bi pêş bixe.



