Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy angaşt kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin "bi xwe" dixwaze şerê ku ketiye sala xwe ya pêncemîn berdewam bike.
Zelenskyy di axaftineke xwe ya doh êvarê de da zanîn ku dê "piraniya teqez" a "civaka Putin” ji bo rawestandina şer a li xeta pevçûnan razî bibe.
“Putin şerekî zêdetir dixwaze”
Zelenskyy li ser helwesta Rûsyayê got, "Mixabin heta niha hemû agahiyên sîxuriyê yên me û yên hevpeymanên me û hemû sînyalên ji Rûsyayê nîşan didin ku serokê Rûsyayê bi xwe şerekî zêdetir dixwaze."
Hevdîtina bi nûnerên Amerîkayê re
Zelenskyy anî zimên ku ew bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff û zavayê Serokê Amerîkayê Donald Trump Jared Kushner re bi telefonê axiviye.
Wî diyar kir ku ew li ser amadehiyên ji bo hevdîtinekê, dan û standinên zêdetir ên bi aliyê Rûsyayê re û egera hatina wan a Ukraynayê axivîne û li pey çû:
“Em li ser wê yekê axivîn bê ma çi dikare were kirin da ku em Rûsyayê han bidin (teşwîq bikin) da ku ber bi bidawîkirina şer ve biçe."
Zelenskyy eşkere kir ku ji bo rawestandina şer divê li Moskowê atmosfereke cuda hebe û got:
"Divê li Moskowê û li cem Putin hewayeke guncav hebe. Divê hewayeke ku dawî li şer bîne hebe, ne ku şer bimeşîne."
Serokê Ukraynayê li ser hewlên dîplomatîk ên Amerîkayê jî ev agahî dan:
“Em dê bibînin bê ma nûnerên Serokê Amerîkayê dê çi bi dest bixin. Dibe ku meha îlonê gelek tiştan biguhere."


-dde33a-large-1749743207.jpg&w=3840&q=75)
