Hewlêr (Rûdaw) - Balafireke dersînorkirinê ya Amerîkayê gihîşt Komara Afrîkaya Navîn ku welatiyên Îran, Efxanistan, Tirkiye û Gurcistanê tê de bûn.
Ev pêngav di çarçoveya plana birêvebiriya Trump a ji bo şandina koçberan a "welatê sêyem" de hat avêtin.
Parêzer û çalakvanên koçberan diyar kir ku balafir roja înê li Banguiya paytexta Komara Afrîkaya Navîn veniştiye.
Ev pêngav di demekê de hat avêtin ku Washingtonê berê hişyarî dabû welatiyên xwe ku ji ber nearamî û tundiyê neçin wî welatî.
Ew Îraniyên ku di balafirê de bûn, berê li dadgehên Amerîkayê mafê "rêlibergirtina dersînorkirinê" wergirtibû.
Ev maf ji bo wan kesan e ku li welatên xwe bi metirsiyê re rûbirû ne.
Îdareya Trump dibêje, "Nabe em wan vegerînin welatên wan ên bingehîn lê em dikarin wan bişînin her derê cîhanê."
Dilgiraniya parêzeran
Emily Trostleya ku parêzera 2 jinên Îranî yên di balafirê de ye ragihand:
"Em ditirsin ku di dawiyê de ew koçber ji Afrîkayê werin neçarkirin ku vegerin wan welatên ku jê reviyane."
Li gorî amarên ICE Flight Monitorê, balafir ji eyaleta Louisianayê ya Amerîkayê bi rê ketiye û piştî rawestîneke kurt a li Ganayê gihîştiye Banguiyê.
Gana ji bo koçberên ku Amerîka wan dersînor dike bûye navendeke sereke.
Metirsiya li Afrîkaya Navîn
Parêzereke din a koçberan Alma Davidê destnîşan kir ku ew kesên hatine şandin xelkê welatên cuda ne û diyar kir ku ew niha li welatekî wiha hatine hiştin ku ti pêwendiya wan pê re nîne.
Komara Afrîkaya Navîn welatekî xizan e û şer û pevçûnên bi çekan lê zêde ne.
Her çend hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî û çekdarên Koma Wagnerê yên nêzîkî Rûsyayê li wir bin jî komên çekdar hîn jî metirsî ne.
Pisporê siyasî yê li Banguiyê Paul Crescent got:
"Hikûmeta Afrîkaya Navîn ti agahiyan nade û bêdeng e.
Em nizanin ka ev koçber tenê wekî transît li vir in an mafê wan ê daxwaza penaberiyê dê hebe."

.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)