Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên enflasyonê yên meha Hezîranê eşkere kirin.
Li gorî TUÎKê enflasyona salane ji sedî 32,11 e lê ENAGê ev rêje wekî ji sedî 51,49 ragihand.
Bi eşkerekirina van amaran, zêdekirina meaşên karmend û malnişînan jî diyar bû.
TUÎKê ragihand ku di meha Hezîranê de enflasyon li gorî meha borî ji sedî 0,99 û li gorî sala borî jî ji sedî 32,11 zêde bûye lê ENAGa ku ji akademîsyenan pêk tê û bi awayekî serbixwe amaran kom dike, amarên cuda dan.
Li gorî ENAGê di meha Hezîranê de enflasyona mehane ji sedî 1,94 û ya salane jî ji sedî 51,49 e.
Li Stenbolê jî, li gorî amaran Jûra Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO), bihayên kel û pelan di meha Hezîranê de mehane ji sedî 1,14 û salane ji sedî 35,94 zêde bûne.
Di meha Gulanê de TUÎKê enflasyona mehane wekî ji sedî 1,71 û ya salane ji sedî 32,61 eşkere kiribû.
Di heman mehê de ENAGê jî ragihandibû ku enflasyon mehane ji sedî 2,16 û salane ji sedî 53,13 bilind bûye.
Meaşên karmend û malnişînan çi qas zêde bûn?
Amarên enflasyonê yên meha Hezîranê ji bo diyarkirina meaşên karmend, karkerên bi girêbest û malnişînan tên bikaranîn.
Cudahiya enflasyonê li ser zêdekirina peymana bikom tê zêdekirin.
Beriya niha biryar hatibû dayîn ku ji bo 6 mehên duyem ên sala 2026an, ji sedî 7 zêdekarî li meaşên karmendan were kirin.
Bi zêdekirina cudahiya enflasyonê ya 6 mehên destpêkê, rêjeya giştî ya zêdekariya meaşên karmendan ji bo meha Tîrmeha 2026an bû ji sedî 13,52.
Guherînên di meaşan de
Bi vê rêjeya nû re guhertinên di meaşan de wiha ne:
Meaşê herî kêm ê karmendan (bi pereyê alîkariya malbatê ve) ji 61 hezar û 890 lîreyî derket 70 hezar û 224 lîreyan.
Meaşê herî kêm ê karmendên malnişîn ji 27 hezar û 772 lîreyî derket 31 hezar û 527 lîreyan.
Meaşê herî kêm ê malnişînên SSK û Bag-Kurê (li gorî zêdekariya ji sedî 17,76 ya cudahiya enflasyonê) ji 20 hezar lîreyî derket 23 hezar û 552 lîreyan.
Her wiha, pereyê leşkeriya bi bedel jî li gorî rêjeya enflasyona 6 mehên destpêkê hat guhertin û ji 416 hezar û 361 lîreyî ji bo 472 hezar û 653 lîreyan bilind bû.
Ev meaş û nirxên nû dê ji destpêka meha Tîrmehê ve derbasdar bin.
Di anketa Ajansa Anadoluyê de aborînasan pêşbînî dikir ku enflasyona salane dakeve ji sedî 32,17an.
Banka Navendî jî pêşbîniya dawiya salê wekî ji sedî 29,14 ragihandibû.

.jpg&w=3840&q=75)

