Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ji hesabê bankê yê welatiyekî bi navê Ahmad Jahangard Takalo re trilyonek lîre pere hata şandin ku çavkaniya wê ne eşkere ye.
Piştî eşkerebûna vê rewşê, hesabê Takalo ku di carekê de ket nav herî dewlemendên cîhanê, ji aliyê bankê ve hat blokekirin.
Ahmad Jahangard Takaloyê 32 salî li Wanê dijî. Piştî ku ji hesabê wî re nêzîkî trilyonek lîre hat şandin, hesabên wî ketin bin lêkolînê.
Hesabê Takalo di carekê de gihîşt nêzîkî 21,8 milyar dolaran.
Bi vê barkirina surprîz re, ew di qada teorîk de ket nav herî dewlemendên cîhanê.
Lê belê, ji ber bloka bankê ew nêzîkî mehekê ye nikare destê xwe bide vî pereyî.
Di dema kirîna li marketê de eşkere bû
Li gorî nûçeya NTVyê, Takaloyê ku li Azerbaycanê ji dayîk bûye nêzîkî 10 salan e li Tirkiyeyê dijî.
Ew di dema kirîna li supermarketekê de, dema xwest bi karta xwe ya bankê drav bide bi ser neket.
Takalo ji bo hînbûna sedema vê pirsgirêkê çû şaxa bankê û li wê derê bi şoka jiyana xwe re rûbirû bû.
Di lêkolînan de hat dîtin ku di hesabê vî ciwanî de tam 999 milyar û 999 milyon û 999 hezar û 999 lîre û 99 quruş bakiya amade heye.
"Ez nizanim ev pere ji ku derê hatiye"
Takalo diyar kir ku ti agahiya wî li ser çawaniya veguhastina vî pereyî nîne.
Wî da zanîn ku ji ber vê rewşa awarte, bankê ji bo parastinê hemû hesabên wî cemidandine û lêkolîn da destpêkirin.
Takalo ji NTVyê re axivî û got, wî ji bankê agahiyeke fermî xwestiye.
Lê ji ber ku proseya lêkolînê ya îdarî û hiqûqî didome, heta niha ti agahiyaberfireh ji wî re nehatiye dayîn.
Ew pereyê ku di hesabê Takalo de xuya dike nêzîkî 21,8 milyar dolaran e.
Takalo bi vî pereyî di rêza 116an a lîsteya herî dewlemendên cîhanê de cih digire.


.jpg&w=3840&q=75)
