Hewlêr (Rûdaw) - Li Himsê piştî ketine desthilata Esed dirûşma "Hims a Suniyan e û bila Elewî jê derkevin" hat bilindkirin û ji xelkê tê xwestin ku Elewî werin boykotkirin.
Li hemberî cudakariya mezhebî, ji nav pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê gelek hişyarî hatin dayîn.
Lê ev du roj in li ser medyaya civakî li dijî Elewiyan kampanyayek tê meşandin û bangî xelkê tê kirin ku Elewiyan bi her awayî boykot bikin.
"Dixwazin Elewiyan bikom ceza bikin"
Çalakvanê siyasî yê Elewî Mazin Mihemed ji Rûdawê re diyar kir ku ev kampanya bi armanca cezakirina bikom a Elewiyan tê meşandin.
Mazin Mihemed anî zimên ku ev pêngav di naveroka xwe de kampanyayeke nijadperest e û got:
"Ev yek tiştên ku hatine serê çermreşan û birayên me yên Filistînî tîne bîra me.
Em balê dikişînin ser wê yekê ku desthilata defakto ji bo rawestandina vê kiryara şermê ya ku kîn û nefretê li dijî pêkhateyekê gur dike, ti gava yasayî û civakî naavêje."
Çalakvanê Elewî xwest ku ev kampanya demildest were rawestandin û li pey çû:
"Pêwîst e bi rêyeke berfireh a dadweriyê, dadmendî were bicihkirin da ku mafê qurbaniyên Sûriyeyê yên hemû pêkhateyan were dayîn."
Peyama Wezareta Ragihandinê
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Kar û Barên Çapemeniyê yê Wezareta Ragihandinê Omer Hac Ehmed li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî.
Omer Hac Ehmed eşkere kir ku hikûmet di wê baweriyê de ye ku hemû welatiyên Sûriyeyê xwedî heman mafan in û destnîşan kir:
"Di vê qonaxê de parastina hevgirtina civakî û xurtkirina prensîpa welatîbûna wekhev pêşîneyeke niştimanî ye.
Wezareta Ragihandinê hewl dide jîngeheke medyayê xurt bike ku rêzê li azadiya raderbirînê digire û pêbendbûna bi pîvanên pîşeyî û exlaqî misoger dike."
Daxuyaniya hevbeş a pêkhateyan
Siyasetmedarê Kurd Cemîl Hesen jî ji Rûdawê re eşkere kir ku ev zimanê mezhebî paşmayê desthilata Esed û şerê navxweyî yê Sûriyeyê ye.
Li hemberî vê kampanyayê, hinek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û çalakvanên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Wan di daxuyaniya xwe de bangî welatiyên Sûriyeyê kir ku xwe ji zimanê kîn û nefretê yê mezhebî dûr bigirin.



