Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê ragihand ku fermandarê baskê leşkerî yê Lîwayên Îzedîn Qesam Mihemed Ewde û malbata wî di êrişa Îsraîlê ya li Xezeyê de mirine.
Hemasê bi daxuyaniyeke nivîskî mirina Ewde û malbata wî piştrast kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ewde doh êvarê li bajarê Xezeyê di bombebarana Îsraîlê ya li xaniyekî de tevî hevjîn û du zarokên xwe hatiye kuştin.
Hemasê Ewde wekî "serkirdeyê mezin ê Qesamê" bi nav kir û destnîşan kir ku ew ji nifşê ewil ê damezirînerên çalakiyên leşkerî bû.
Her wiha hat gotin ku Ewde di hemû pêvajoyên leşkerî de Tofana Eqsayê jî di nav de roleke bibandor lîstiye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ewde 30 salan bi nifşê damezirîner re xebitiye û bi salan ji aliyê Îsraîlê ve dihat şopandin.
Daxuyaniya Netanyahu û Katz
Artêşa Îsraîlê doh êvarê li taxa Rimalê ya li rojavayê bajarê Xezeyê êrişî avahiyekê kiribû.
Di wê êrişê de 6 Filistînî hatin kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz di daxuyaniyeke hevpar de îdia kir ku wan di êrişê de Mihemed Ewde kiriye armanc.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş bi fermana Netanyahu û Katz hatiye kirin û hat îdiakirin ku Ewde serokê nû yê Qesamê bûye.
Mihemed Ewde kî ye?
Mihemed Ewde 20ê Tîrmeha 1975an li Kampa Penaberan a Cibaliyayê ya li bakurê Xezeyê ji dayîk bûye.
Ew sala 1987an dema ku Hemas hat damezirandin tev li baskê leşkerî bû.
Ewde salên 2000î wekî fermandarê qadê yê Qesamê derket pêş û beşdarî bipêşxistina mûşek û bombeyan bû.
Ew di nav fermandarên pilebilind ên Qesamê de bû û wekî "zilamê duyem" ê Qesamê dihat naskirin.
Ewde berê çend caran ji hewildanên kuştinê yên Îsraîlê filitîbû.
Îsraîlê sala 2023yan li Cibaliyayê êrişî mala wî kiribû û kurê wî yê mezin Omer kuştibû.
Ewde bi nasnavê “Ebû Omer” dihat naskirin, zewicî bû û bavê 6 zarokan bû.
