Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku Amerîkayê ji ber alozkirina rewşa Libnanê û astengkirina dan û standinên bi Îranê re dilgiraniya xwe diyar kiriye jî, Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr ragihand ku welatê wî amade ye "yekser" dîsa li dijî Îranê dest bi şer bike.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, Eyal Zamir serdana baregeha hêzên deryayî ya li bajarê Heyfayê yê li bakurê Îsraîlê kiriye.
"Em amade ne yekser dest bi şer bikin"
Sererkanê Îsraîlê Zamir diyar kir ku ew amade ne "yekser" careke din dest bi şerê li hemberî Îranê bikin.
Zamir îdia kir ku hêzên deryayî yên Îsraîlê di êrişên li ser Îranê de roleke girîng lîstiye.
Zamir amaje bi wê yekê kir ku Îsraîl di helwesta xwe ya zêdekirina aloziyan û domandina êrişên li ser Libnanê de bibiryar e.
Sererkanê Îsraîlê her wiha îdia kir ku ew "li Libnanê êrişî her cure gefekê dikin" û got, "Ji bo hêzên me yên li Libnanê agirbest mijara gotinê nîne."
Dilgiraniya Amerîkayê
Balkêş e ku daxuyaniyên Sererkanê Îsraîlê Zamir, di demekê de hatin dayîn ku gera 4an a dan û standinên di navbera rêveberiyên Beyrût û Tel Avîvê de li Amerîkayê tên kirin.
Platforma nûçeyan a Amerîkayî Axiosê doh di nûçeya xwe de destnîşan kiribû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, aciziya xwe bi eşkereyî aniye zimên.
Axiosê dabû zanîn ku Trump ji zêdebûna aloziyên van rojên dawî yên li Libnanê ji aliyê Îsraîlê ve dilgiran e û hinceta wî jî ew e ku ev yek "proseya dan û standinan a bi Îranê re xera dike".



