Ez bala we dikişînim ser gotareke xwe ya berê (Plana Navneteweyî û Çekdarên Nedewletî), ku min di meha ewil a rûxîna Esed û derketina Ehmed Şer de nivîsîbû.
Min li wir bi awayekî zelal amaje bi metirsiyekê kiribû. Ez wê yekê dûr nabînim ku di çarçoveya plana navneteweyî ya ji bo nehiştina çekdarên nedewletî de, planekê li dijî Kurdan jî bikin. Bi taybetî gava ku mijar were ser danîna çekan a ji aliyê komên Heşdî Şebiyê ve, dibe ku çarenivîsa wan koman bi çarenivîsa Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê ve girê bidin.
Niha em hinek dengên neçê yên nav mala Şîeyan û hinek navendên Amerîkayê dibihîzin ku ew dixwazin Pêşmerge û Heşdî Şebiyê bi hev ve girê bidin.
Çend hefteyên borî nûçeyeke rojnamegeriyê li ser vê yekê hat belavkirin. Tê îdiakirin ku Birêvebirê berê yê CIAyê David Petraeus, bi erkekî taybet ê li ser mijara komên çekdar hatiye Îraqê û li ser vê mijarê bi berpirsên Bexdayê re civiyaye. Petraeus di dema pêvajoya rûxandina desthilata Sedam de fermandarê hêzên pirnetewe bû.
Tê gotin ku wî planek daye Serokê Amerîkayê Trump û desthilatdarên Îraqê da ku wezaretake nû di hikûmeta Îraqê de were avakirin û komên Heşdî Şebiyê û Hêzên Pêşmergeyan di wê wezaretê de bên komkirin.
Her çend heta niha ne ji Koşka Spî û ne jî ji Bexdayê li ser vê mijarê ti daxuyaniya fermî nehatiye belavkirin jî wekî ku Kurd dibêjin ti dûkêl bê nê bê agir e.
Ew beşa agahiyan hatiye piştrastkirin ku Petraeus ji bo pirsa bêçekkirina komên çekdar ên Îraqê hatiye Bexdayê. Tê gotin ku wî di hevdîtina bi Serokwezîr re avakirina Wezareta Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê ji bo lixwegirtina hemû komên çekdar gotûbêj kiriye.
Çend hêzên çekdar ên Şîe yên di nav Heşdê û derveyî Heşdê de jî amadehiya xwe nîşan daye ku ji bo biserxistina vê pêvajoyê bibin alîkar. Li gorî wê pêvajoyê divê çek tenê di destê dewletê de be.
Tiştê ku pêwendiya wê bi Bexda û komên ser bi Heşdî Şebî û Eniya Berxwedanê ve heye, dikare wekî beşek ji wê stratejiya Amerîka û Îsraîlê bê dîtin ku ji bo ewlehî û aramiya herêmê pêşkêş kirine.
Bi taybetî ji destpêka şerê Îran, Amerîka û Îsraîlê ve, zêdetir balê dikişînin ser wê yekê ku nabe li Îraqê çek di destê komên derveyî dewletê de bin.
Guvaşên Amerîkayê yên li ser aliyên Îraqî di dema avakirina kabîneya nû ya hikûmetê de û nakokî û milmilaneya nav hêzên Şîe, di dawiyê de bûn sedem ku ew komên nêzîkî Îranê jî biçin bin barê mercên Amerîkayê. Loma tê çaverêkirin ku hatina Petraeus a Bexdayê ji bo vî erkî be.
Lê têkelkirina navê Pêşmergeyan û girêdana wan bi pirseke hestyar a bi vî rengî, cihê rawestandin û fikirînê ye. Çimkî armanca sereke ya wê plana navneteweyî parastina ewlehî û aramiya Îsraîlê û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê ye. Hemû ew komên çekdar ên ku ji Xezeyê heta Yemen, Libnan û Îraqê navê wan tê bilêvkirin, ew kom in ku ser bi Eniya Berxwedanê ve ne û ji aliyê Îranê ve ji bo berjewendiya Îran û Şîeyan tên arastekirin. Gelo têkiliya Kurdan bi wan re çi ye?
Nabe Herêma Kurdistanê tenê wekî mijareke medyayî yan nûçeyeke nerast li vê yekê binêre. Her çend navdariya Pêşmergeyan baş be jî hîn di nav hinek navendên desthilata Amerîkayê de nêrîneke bi vî rengî li hemberî wan heye. Hinek navend wekî komeke çekdar a nedewletî yan komeke çekdar a derveyî qanûnê li Pêşmergeyan dinêrin.
Piştî rûxîna desthilata Sedam û di hewldanên avakirina Îraqê de, serpêhatiya guvaşên Paul Bremer hîn li ber çavên me ye. Wî dixwest Pêşmerge û Artêşa Mehdî wekî komên çekdar ên ji qanûnê derketî bişibîne hev.
Eger hewldan û rijdbûna Kek Mesûd Barzanî û Mam Celal û piştevaniya çend serkirdeyên Şîe yên wekî Ehmed Çelebî nebûya, belkî wan nedikarî çarçoveyeke qanûnî û destûrî ji bo mana Pêşmergeyan di destûra nû ya Îraqê de darêjin.
Senaryoya Amerîkayê ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li Rojavayê Kurdistanê û nêrînên Tom Barrackê Nûnerê Amerîkayê û Nûnerê Trump li ser vê mijarê zelal in.
Loma tiştekî wisa dûr nîne ku dema Kurd li Başûrê Kurdistanê bi pirsgirêk û milmilaneyên navxweyî ve hatine mijûlkirin, navendên sîxuriyê yên herêmê û Amerîka li pişt perdeyê planekê li dijî Kurdan bikin. Dibe ku em jî ji ber nakokiyên navxweyî, pê nehesin.
Ti guman û nepenî di wê yekê de nîne ku ti yek ji dewletên dagirker ên Kurdistanê bi hebûna Herêma Kurdistanê û hebûna çekan a di destê Kurdan de ne dilxweş in.
Eger li parçeyên din ên Kurdistanê hêsantir karibin guvaşê bikin ji bo bêçekkirina Kurdan, ev yek li Îraqê wisa nîne. Ji ber ku Herêma Kurdistanê wekî statuyekê xwedî rewabûneke destûrî ye. Her wiha ji ber ku di destûra Îraqê de Pêşmerge wekî hêzeke ji bo parastina wê statuya destûrî ya Kurdistanê hatiye naskirin.
Loma nikarin bi hêsanî û bi awayekî eşkere daxwaza danîna çekan ji Pêşmergeyan bikin, wekî ku niha li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dikin. Lê tiştekî dûr nîne ku senaryoyên din bînin pêş da ku di paşeroja dûrtir de wê guvaşê bixin ser Herêma Kurdistanê.
Ev tiştê ku tê gotin dê wezaretake taybet li Îraqê were avakirin, ne dûr e sibe pêşniyar bikin ku ew wezaretê bidin Kurdan.
Dê di nav Kurdan de jî ji parlamenter û hêzên siyasî û têra xwe mirovan peyda bikin ku bibin daholkêşê wê ramanê. Ew dê bibêjin gelo çi xirabiyeke wê heye ku Pêşmerge di wezaretêkê de werin yekxistin, Bexda meaş û çekan ji bo wan dabîn bike û Kurd bi xwe wan bi rê ve bibin?
Ew rêkarên ku Bexda çend sal in ji bo kontrolkirina çavkaniyên dahatê yên li Herêma Kurdistanê dimeşîne, tenê ji bo girêdana Herêma Kurdistanê bi navendê ve ya di warê dahat û darayiyê de nîne. Armancên din ên veşartî hene ku em dê di paşerojê de pê bihesin.
Yek ji mijarên herî sereke ku ji bo Şîe û desthilatdarên herêmê mijareke stratejîk e, hebûna çekan a di destê Kurdan de ye. Wan di rojekê de qebûl kir ku çek di destê Kurdan de bimîne lê ji bo wan ji bilî qebûlkirinê rêyeke din nemabû.
Lê dema ku mijar ket destê wan ji bo bicihanîna xal û birgeyên din ên girêdayî hebûn û mana vê hêza çekdar, wan ev yek nekir. Li gorî destûrê divabû ji roja yekem a derketina destûrê ve hemû pêdiviyên xercî, meaş, pirçekkirin û rahênanên wan ji aliyê Bexdayê ve bihatana dabînkirin.
Zêdetirî 20 salî di ser destûrê re derbas bûne lê wan ti yek ji wan birgeyên destûrî bi cih neanîn. Tewr di şerê DAIŞê de, ji wê hemû alîkariya ku didan Îraqê, amade nebûn bi qasî pirçekkirina Pêşmergeyekî fîşekan bidin Kurdistanê. Her wiha rêgirî li wê yekê jî dikirin ku welatên dinyayê bi rêya Bexdayê alîkariya Pêşmergeyan bikin.
Loma bêyî ti guman û duduiliyê, xwestek û armanca Bexdayê ew e ku Pêşmerge bi vî rengî nemîne. Îro ev yek ji destê wan neyê jî, di paşerojê de ne dûr e ku bi rawestandina meaş û pirsgirêkên din, guvaşê bixin ser Herêma Kurdistanê ji bo qebûlkirina armanceke bi vî rengî.
Divê serkirdetiya Kurdan a li navendên destûrî yên statuya Herêma Kurdistanê û her du hêzên sereke yên Herêma Kurdistanê ku heta niha jî ew xwedîtiya Hêzên Pêşmergeyan dikin, vê metirsiyê li ber çavan bigirin. Divê ew bi ti awayî û di bin ti hincet û guvaşê de neçin bin barê wê yekê ku Pêşmerge rasterast bi Bexdayê ve were girêdan.
Her çend nekarîne li Kurdistanê bikin hêzeke niştimanî ya yekgirtî jî, çend qatên din jî perçe perçe bin, mana wan a di destê Kurdan de ji wê yekê baştir e ku bi Bexdayê ve werin girêdan, eger çi qasî werin pirçekkirin jî.
Tiştê ku mana Kurdan di paşerojê de di nav wan hemû gur û çeqelên herêmê de garantî dike, tenê û tenê çeka di destê Kurdan bi xwe de ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
