Sektora elektrîkê ya Îranê ketiye nav krîza herî dijwar a dîroka Komara Îslamî ya Îranê. Kêmasiya berê ya ku di navbera 20 hezar û 25 hezar megawatî de bû, niha ji ber wêranbûna di dema êrişên 40 rojî yên Amerîka û Îsraîlê de (di navbera 28ê Sibatê û 7ê Nîsana 2026an de) hîn kûrtir bûye.
Zerera li zincîra dabînkirina gazê, bi taybetî êrişa Îsraîlê ya 18ê Adarê ya li ser qada Parsa Başûr, metirsî li ser sotemeniya sereke ya torê çêkiriye. Zêdetirî ji sedî 80yê tora Îranê pişta xwe bi santralên termîk ve girêdide.
Di demekê de ku daxwaza elektrîkê di havînê de derdikeve 77 hezar û 500 megawatan, şiyana saziyan ji bo bersivdayînê kêm e. Ji ber nebûna çavkaniyên darayî û deynê 85 trîlyon tumenî yê hikûmetê ji bo sektora taybet, tê çaverêkirin ku mehên bê li Îranê pirsgirêkên cidî yên elektrîkê derkevin.
Krîza berî şer
Pirsgirêka elektrîkê ya Îranê ne di 28ê Sibata 2026an de dest pê kiriye, ev pirsgirêkeke ku bi dehan salan e heye. Heta berî şer jî, sektora elektrîkê ya Îranê nedikarî nêzîkî ji sedî 20ê daxwaza niştimanî di demên lûtkeyê de dabîn bike.
Bikaranîna elektrîkê li Îranê salane bi rêjeya ji sedî 5-6 zêde dibe, lê şiyana hilberînê tenê bi rêjeya ji sedî 4 zêde dibe.
Pirsgirêka sereke girêdayîbûna zêde ya bi gaza xwezayî ye ku ji sedî 90ê hilberîna elektrîkê pêk tîne. Hilberîna bi rêya bendavan jî, ku di teoriyê de dikare ji sedî 14ê daxwazê dabîn bike, ji ber hişkesaliya salên dawî ne cihê baweriyê ye.
Serokê Komeleya Santralên Elektrîkê ya Îranê Elî Nîkbext berî şer hişyarî dabû ku welat hewceyî zêdekirina salane ya 6 hezar megawatî ye, lê heta sêyeka vê armancê jî nayê bicihanîn.
Birêvebirê Cîbicîkar ê Şirketa Tawanîrê (Şirketa Birêvebirin, Hilberîn û Belavkirina Elektrîka Îranê) diyar kiribû ku ji bo parastina xula hilberînê salane 5 milyar dolar û ji bo çareserkirina bêhevsengiya enerjiyê jî 3 milyar dolar (bi giştî 8 milyar dolar) di salekê de pêwîst in.
Ev budce ji ber siza û kêmiya dahatê nayên dabînkirin. Di heman demê de, deynê hikûmetê ji bo sektora taybet gihîştiye 85 trîlyon tumenî (nîv milyar dolarî).
Bandora şer li ser elektrîka Îranê
Amarên ku ji aliyê Tawanîrê ve hatine belavkirin balê dikişînin. Birêvebirê Tawanîrê Mihemed Eladad dibêje, nêzîkî 2 hezar cihên torên elektrîka Îranê di maweyê 40 rojên şer de ketine ber êrişên rasterast û nerasterast.
Zêdetirî 6 hezar û 473 amûr, xetên veguhastinê û santralan xisar dîtine. Tenê zerera darayî ya rasterast wekî 58,5 trîlyon tumen tê texmînkirin.
Xala lawaz a stratejîk a torê berê hatibû diyarkirin. Têkçûna tenê 10 heta 15 trafoyên (transformer) mezin ên elektrîkê (ku li navxwe nayên çêkirin) dibe sedema qutbûneke wisa ku heta havîna 2026 yan 2027an nayê sererastkirin.
Bûyera herî bibandor a şer, êrişa asmanî ya Îsraîlê ya 18ê Adara 2026an bû ku qada mezin a Parsa Başûr kir hedef. Êrişê saziyên parastinê yên li Eselûyeyê kirin armanc.
Parsa Başûr rojane 730 milyon metre sêca gaz hildiberîne û ji sedî 70yê bikaranîna navxweyî dabîn dike. Vê êrişê zererek gihand ji sedî 12ê hilberîna giştî ya gaza Îranê.
Havîna îsal çi dê biqewime?
Havîna 2025an, nêzîkî ji sedî 40 heta 45ê elektrîka Îranê, ango nêzîkî 36 hezar megawat ji aliyê pergalên hênikkirinê ve hatibû bikaranîn. Serokê Komîteya Enerjiyê ya Odeya Bazirganiyê Arş Necefî hişyarî da ku kêmasiya elektrîkê ji 8 hezar megawatî derketiye zêdetirî 23 hezar megawatî û havîna îsal dê xelk rojane herî kêm bi du saetan qutbûna elektrîkê re rû bi rû bimîne.
Bersiva hikûmetê û Tawanîrê
Medyaya hikûmî ya Îranê û Tawanîr hewl didin dilê xelkê rihet bikin. Mihemed Eladad ragihand ku karên sererastkirinê bi dawî bûne û tor amade ye.
Her wiha kampanyaya "25 Pile" dane destpêkirin da ku xelk hênikkerên xwe li ser 25 pileyan bihêlin û teserûfê bikin.
Hinartina elektrîkê
Hikûmetê berê xwe daye hinartina elektrîkê. Tê çaverêkirin ku havîna sala 2026an asta herî bilind a hinartina elektrîkê ji Azerbaycanê ber bi Îranê ve were tomarkirin. Her wiha hewl têne dayîn ku ji Tirkiye û Turkmenustanê jî elektrîk were kirîn.
Çima sererastkirin nabe çareserî?
Pispor di wê baweriyê de ne ku şer tenê birîneke kevn ducare kûr kir, nexwe pirsgirêka elektrîkê ya Îranê pirsgirêka bi dehan salan e:
Bihayê elektrîkê: Bihayên pir erzan wiha dikin ku xelk elektrîkê heder bide û veberhêner jî neyên pêş.
Enerjiyên nûjen: Tenê ji sedî 0,83yê elektrîka Îranê bi rêya enerjiya rojê tê dabînkirin ku ev gelekî kêm e.
Têkiliya gaz û elektrîkê: Her lêdanek li sektora gazê, rasterast hilberîna elektrîkê peyda dike û radiwestîne.
(Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê)
