Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Pêwendiyan a Nûnertiya ENKSyê ya Herêma Kurdistanê bi Berpirsê Dosyeya Sûriyeyê yê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê re civiya.
Komîteya Pêwendiyan a Nûnertiya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ya Herêma Kurdistanê bi Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Giştî û Berpirsê Dosyeya Sûriyeyê yê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî re civiya.
Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Şandeya Komîteya Pêwendiyan ji Serokê Nûnertiyê Şems Şerîf û endamên komîteyê Cedan Elî, Newaf Reşîd, Raman Mela û Osman Menan pêk dihat.
Şande ji aliyê Dr. Hemîd Derbendî ve li baregeha Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê bi germî hat pêşwazîkirin.
Pirsgirêkên penaberan
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi giştî û rewşa Kurdan û her wiha pêşhatên dawî yên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Her wiha bal hat kişandin ser wan astengiyên ku derdikevin pêşiya penaberên Sûriyeyê yên li Herêma Kurdistanê, çi li nav kampan çi jî li derveyî kampan.
Bi taybetî bal hat kişandin ser mesrefên pişkinînên bijîşkî yên ku ji bo nûkirina mafê rûniştinê (îqame) yê penaberan pêwîst in û bûne barekî giran li ser milê penaberan.
Ji bilî vê yekê, pirsa destûra hatina bûkan a Herêma Kurdistanê, gihîştina malbatan a bi hev û dema hevdîtinên konsulxaneyan hatin nirxandin.
"Alîkariya penaberan erkekî neteweyî û mirovî ye"
Hemîd Derbendî jî bal kişand ser wan astengiyên ku niha derdikevin pêşiya Herêma Kurdistanê û guherînên herêmî û bandorên wan ên li ser Rojhilata Navîn nirxandin.
Derbendî destnîşan kir ku şopandina berdewam a van dosyeyeyan li gel aliyên pêwendîdar gelekî girîng e û xwest ku hevdîtinên şandeya nûnertiyê zêdetir bibin ku hevahengî xurttir bibe û çareseriyên guncav ji bo wan werin dîtin.
Derbendî her wiha helwesta Herêma Kurdistanê ya li ser dosyeyeya penaberan ducare kir û pêbendbûna xwe ya temam a ji bo berdewamiya hewldanên bêwestan ên bi armanca kêmkirina êş û azarên penaberan û dabînkirina pêdiviyên wan nîşan da û anî ziman ku ev erkekî neteweyî û mirovî ye.
Di dawiya hevdîtinê de, şandeya nûnertiyê spasiyên xwe yên kûr anîn ziman.
Şandeyê li ser navê Nûnertiya ENKSyê ya Herêma Kurdistanê xelateke rêzgirtinê pêşkêşî Dr. Hemîd Derbendî kir.
Ev xelat wekî nîşaneya rêza ji bo hewldanên wî yên dilsozane, hevkariya wî ya berdewam û rola wî ya di xizmeta xelkê Rojavayê Kurdistanê de hat dayîn.
