Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê, termê şofêrekî taksiyê yê Kurd piştî ku 8 rojan winda bûbû, kuştî hat dîtin.
Mehmûd Mihemed Yûnisê 46 salî, bi şofêriya taksiyê debara xwe dikir.
Şofêrê bi navê Mehmûd Mihemed Yûnis roja 25ê Gulanê li taxa Salihiyê ya Hisîçayê kesek wekî rêwî li teksiya xwe siwar kir.
Li gorî agahiyên ku malbata wî dane Rûdawê, wî rêwiyî ji Mehmûd xwestiye ku wî bibe taxa Xişmanê.
Ji wê kêliyê ve pêwendiya malbatê ya bi Mehmûd re qut bû.
Guleyek berî serê wî dane
Piştî lêgerîneke 8 rojan, îro termê Mehmûd Mihemed Yûnis li nêzîkî bajarokê Sifeyayê yê li bakurê Hisîçayê hat dîtin.
Pismamê wî Ebdulrezaq Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku guleyek li serê Mehmûd xistine û ew wisa kuştine.
Bavê 4 zarokan bû
Mehmûd Mihemed Yûnisê 46 salî bavê 4 zarokan bû û bi şofêriya taksiyê debara malbata xwe dikir.
Tevî ku termê wî hatiye dîtin jî heta niha kujer an jî kesên berpirsyar nehatine desteserkirin.
Her wiha nasnameya kujeran jî hîn nehatiye eşkerekirin û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.
